CDK-S Û YJK-S: Divê kêmasî ji holê bên rakirin 2026-08-09 20:42:55     NAVENDA NÛÇEYAN - CDK-S û YJK-S’ê qanûna çarçoveyê ku di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hate qebûlkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wekî qonaxekî girîng nirxand û banga diyarkirina statuya Rêber Apo û çêkirina verastkirinên ku hemû Kurdan bihewîne, kir.   Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), derbarê  "Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî"  ku di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hate qebûlkirin, daxuyaniyek hevpar dan.   CDK-S û YJK-S’ê verastkirinê wekî gavekî erênî bi nav kirin û rexne li zimanê ewlehiyê yê qanûnê û nediyariyên di statuya Rêber Apo de kirin.   CDK-S û YJK-S’ê qebûlkirina qanûna çarçoveyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di zemîna siyasî de wekî qonaxekî girîng nirxandin.   Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew wekî Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, tevî kêmasiyan jî qanûnê wekî gavekî erênî dinirxînin û wiha hat gotin, “Em careke din daxwaza xwe ya diyarkirina statuya Rêber Apo û wekî ‘Koordînatorê Aştî û Siyasîkirinê’ beşdarkirina wî ji bo zemîna qanûnî ya pêvajoyê dikin.”   Di daxuyaniyê de banga guhertina uslûba kategorîk a di hevdîtinên Meclîsê de û bikaranîna zimaneke ku Tevgera Azadiya Kurd ji sifata “terorê” cuda bike, were bikaranîn.   CDK-S û YJK-S’ê diyar kir ku divê qanûn di serî de Kurdistaniyên li Swîsreyê, Ewropa û li welatên din jiyan dikin, di nava xwe de bihewîne.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ji aliyê gelê Kurd ve wekî sermuzakerevanê sereke tê qebûlkirin û hate destnîşankirin ku rola Rêber Apo a di pêkanîna qanûn û berdewamiya pêvajoyê de bigre, wê bandor li ser helwesta Kurdên li Ewropayê jiyan dikin bike.   CDK-S û YJK-S’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got, “Em heta dawî piştgirî didin pêvajoya ku Rêbertiya me û Tevgera Azadiya Kurd dimeşîne û piştgirî bidin banga ku wê ji bo vegera welat bê kirin.”