Ji Meclisa Gel a Şengalê daxuyanî 2026-08-10 13:57:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Gel ya Şengalê bi daxuyaniyekê bang li dewleta Iraqê kir ku hêzên zêde yên leşkerî ku di nava civaka Êzidî, taybet Şengalê de bûne sedema tirs û xofê vekişînin û dev ji kiryarên nedostane yên dijî civaka Êzidî berdin.   Meclîsa Gel a Şengalê girêdayî zêdebûna hêzên leşkerî yên Iraqê li Şengalê ku dibe sedema fikaran daxuyaniyek nivîskî da.   Meclîsê ragihand ku şerê di navberta Îran û DYA-Îsraîl bi hemû dijwariya xwe didome û heta niha di muzakereyên di navbera aliyan de lihevkirinek derneketiye û li holê jî tu çareserî nîne, lewma planên ku dixwazin xwe bikin hegemonya cîhanê an jî herêmê ji xwe nikarin çareseriyê ava bikin.   Di berdewamiya daxuyaniyê de qala berdewamiya aloziya şerê ku demek dirêj wê dewam bike û wiha hate ragihandin: “Peymana di navbera Erabîstana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de diyar dike ku wê bi tevlîbûnên dewletên nû re mezin bibe. Bi vê pêymanê re ‘natoya suneyan’ jî tê avakirin. Valahiyên ku ji aliyên NATO ya mezin ve hatî hiştin bi NATO ya biçûk wê were dagirtin. Ji niha de diyare ku ev hevpeymaniya leşkerî wê ji herêmê re aramî û aştiyê neyne, berovajiyê wê dê rê ji şer û pevçûnên nû û dijwartirîn re veke.   Dewleta Iraqê ji van geşedanan pir zêde para xwe girtiye. Hikumeta nû ku bi serokatiya birêz Elî Zeydî hate sazkirin ji bo parçebuyîna di nav aliyan de ji holê rake xebatek da meşandin û tarixek diyar kir ku hemû hêzên Iraqî entegreyî dewleta Iraqê bibin. Bê guman ev biryar di cih de ye. Lê dema ev biryar were pêkanîn pir rengî, pir olî û pir netewiya Iraqê di ber çavan re were derbaskirin. Ne tenê hêz, civak û baweriyên Iraqê jî bi dewletê re carek din yekitiya xwe çêbikin û dewlet jî xwe ji van re bi rêbazên demokratîk veke.    Civaka Êzidî û taybet a li Şengalê ji ber tevlîhevî û parçebûna di nava Iraqê de ji bo xwe weke xeterî û metirsiyek mezin dibînin û rêyên çareseriyê pêşkêş dike:   Di nava Iraqê de tevlîheviyek û parçebûyînek li ber çavane. Em wek civaka Êzîdî û Şengalê jî vê rewşê xeter û wekî metirsiyek mezin li ser civaka xwe dibînin. Fermanên li ser Şengalê jî hatîn di rewşek a wiha de rûdan. Lewma wek Meclîsa Gel ya Şengalê em piştgirî didin ku hemû hêz bi awayek demokratîk û dilxwaz tevlî (entegreyî) dewlata Iraqê bibin.   Demek dirêje hêzên parastinê yên Êzîdiya û Şengalê; YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxan, îrada xwe ya entegrasyona demokratîk danîne holê:   Wek em dizanin rayedarên dewletê jî bi erênî nêzîk bûbun û li hevkirinek jî çêbibû. Diviya bu ev entegrasyona ku hikumet xistiye bernameya xwe li Şengalê ji mêj de pek bihata. Lê belê rayadarên dewletê  xwe bi ser vê mijarê de kerr kirin. Şengal hê jî li benda rayedarên dewletêne ku ev bernameya hikumetê were pêkanîn.   Demeke artêşa Iraqê ketiye nav teyaqûz û amadebaşiya şer. Wekî parçeyek ji Iraqê wateyek çêbibe jî, lê belê bajar û bajarok û gundên Şengalê demek dirêje ji xwe bûne wek bingehên leşkerî.   Di salvegera fermanê ango 03.08.2026 û pê de jî ketin û derketina gundan de û di nav bajar de kontrolên bê wate ku mahremetiya civaka me binpê dike rûdidin. Bi hejmarên mezin wesayitên leşkerî di nav qadên jiyanê yê gel de tevgerîn û hêza xwe nîşandan ji civaka Êzîdî re çêdibe. Ev rewş bi tedbîrên ewlekariyê û bi amedebaşiya artêşê re nikare were vegotin. Di vê meha ku civaka Êzîdî ku bi jenosîdê re derbas bûye, ev kiryarên tên kirin rê vedike ku civaka me di nav panîkê de bijî û tirsa rojên fermanê bîne bîra xwe.   Kiryarên heyî eşkareye ku ji aliyê hin aliyên ku dixwazin berê artêşa Iraqê bidin Şengalê ve tê kirin û ev rastiyeke ku tu hincet tuneye artêş tedbîran di Şengalê de bigre. Em bang dewleta Iraqê dikin;   Ji despêka êrişên DYA û Îsraîl bi ser Îranê ve heta roja îro Şengal di Iraqê de cihê herî arame. Şengal tekane cihe ku jê ti êriş bi tu aliyan ve nehatiye kirine.   Em bang dikin ku rayedarên dewleta Iraqê hêzên zêde ku bûne sedema tirs û xovê di civakê de vekişînin û dev ji kiryarên nedostane ya bi gelê Êzîdî ve berdin. Dîsa îradeya hêzên Şengalê ya tevlîbûna entegrasyona demokratîk bi dildarî were dîtîn û destê hatî dirêjkirin were girtin.   Heman demê bang li raya giştî jî dikin ku xeteriya li ser Şengalê ji nedîtî ne yê kirin, dîsan li hember planên şer ku fermanên nû li ser civaka Êzidî rû bidin bisekinin û piştgiriya xwe ya çareseriyên demokratîk re pêşkeş bikin.   Wek Meclîsa Gel a Şengalê ji civaka Êzîdî jî dixwazin ku li hemberî hemû îhtimalan amadebin, da ku bi rihê kolektîf, bi yekîtî û rêxistiniya xwe rê li ber planên fermanên nû bigre.”