Ji bo têkilî bê danîn divê em bi deng biaxivin? 2026-08-12 09:02:32     Rozerîn Gultekîn   AMED - Hava Aydin ya ker û lal da zanîn ku ew xwe bi nasnameya xwe ya kerbûnê qebûl dikin bila hikûmet jî wan qebûl bikin û xwestin li her derê wergervan hebin, her kes zimanê nîşaneyê fêr bibin.   Her qada jiyanê li gorî kesên "baş" û "normal" hatiye dîzaynkirin û ji bo astengran jiyan tê tecrîdkirin. Desthiladarî ji bo jiyana astengdaran tiştekî nake û yek ji bajarên ku ji bo jiyana astengdaran kêm dimîne Amed e. Tenê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wergervanekî zimanê nîşaneyê heye û ev jî jiyana kesên ker zehmet dike.    Yek ji kesên ker Havva Aydin der barê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   Nebûna wergervan têkoşînê pêş dixe   Havva Aydin da zanîn ku ji ber piştgiriyê nabînin rê li ber pirsgirêkan vedibe û wiha got: “Ji ber li her derê wergervan tunene em nikarin xwe îfade bikin û pêş bixînin. Ji ber perwerdê bigirin heta tenduristiyê em nikarin xwe îfade bikin. Li edliye û qerekolan wergervanê zimanê nîşaneyê tînin lê dem tînin jî ji ber ne profesyonelin qels dimînin û em dubare dubare vedibêjin. Ew e jî dubare dubare dipirsin. Li nexweşxaneyan dîsa heman pisgirêk hene.”   Yekane rêbaza têkiliyê axaftina bi denge?   Havva Aydin pergal rexne kir û daxuyakirin ku ferzkirina axaftina bi deng li wan tê ferzkirin û bandorek mezin li jiyana wan dibe û got: “Ev ne tenê ji bo me, ji bo kesên sendroma down, otîstîstîk jî yek tîp ziman tê ferzkirin. Li dibistanan jî ev perwerde tê ferzkirin. Hewl dibin bi zor me bidin axaftin. Lê em kerin. Em xwe bi nasnameya xwer ya kerbûnê îfade dikin. Divê hikûmet jî me wisa qebûl bike. Em têkeoşîna vê didin. Amed ji bo keran ne bajarekî têre. Di her qada jiyanê de kêmasî û qelsî tên jiyîn. Wergervan kêm in. Em jinên ker li dijî zîhniyeta mêr jî têdikoşin. Em hewld didin xwe rêxistin bikin û me nûneriya Komeleya Nivîşkanan vekir û em tên cem hev. Em ji civakê dixwazin ku zimanê nîşaneyê fêr bibin û em wisa jiyana xwe hêsan bikin.”