Jiyana astengdar ya tê tecrîdkirin û kêm tê pênasekirin 2026-08-13 09:02:25   Rozerîn Gultekîn   AMED - Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî da zanîn ku pergala heyî astengdaran wek ‘yên ne tam’ bi nav dike û ji jiyanê tecrîd dike û got: “Pênasekirina mirovê tam heye?Li gorî çi em ê vê diyar bikin? Divê em civakek ku cudahiyan hembêz dike ava bikin.”   Li gorî  Pergala Daneyan a Astengdaran a Neteweyî ya ku rapora Lijneya Tenduristiyê ya Astengdariyê esas digire hejmara astengdarên di sala 2025’an de qeydkirî 4,5 mîlyon e. Pirsgirêkên astendgar dijîn tên piştguhkirin û her wiha rastî newekheviyê tên. Li şûna pirsgirêkên astengdaran bên çareserskirin neçareserî tê ferzkirin.Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî pisgirêkên ku astengdar dijîn nirxand.   Jiyana astengdaran ya di tecrîdê de derbas dibe   Hatîce Betul Çelebî got jiyana astengdaran bi tecrîdê derbas dibe û wiha got: “avakirian îdeolojîk a li hember beden ji paşeroja dîrokê heta niha pêk tê, Îdeolojiya newekhev veguheriye êrîşkariya mîkro û wek pratîk bandor li jiyana astengdaran dike. Ev pratîk di alî xwegîhandina avahî, park, dibistan, nexweşxaneyan de dibin astengî. Li Amedê 220 hezar astengdar dijîn. Piranî ji van jiyaana wan di malê de û di tecrîdê de derbas dibe.”   Jinên astengdar yên rastî newekheviyê tên   Hatîce Betul Çelebî diyar kir ku di alî astengdaran de ne pêkane ku bi pênasekirina welatibûna wekhev jiyanekê ava dikin û wiha domand: “Jinên astengdar hem di alî zayendê de rastî newekheviyê tên hem jî di nokteya pasîvîzekirina beden de rastî newekheviyê tên. Cureyên tundiyê bêhtir li ser jinên astengdar bandorê dike.”   ‘Pênasekirina mirovên tam heye?’   Hatîce Betul Çelebî  wiha dirêjî dayê: “Em kesên astengdar ku wek mirovên ne temam tên pênasekirin qebûl nakin. Îdeolojiya saxlem, tam û kêm li gorî çi dikin. Divê ev bê lêpirsînkirin. Em ê li gorî kê vê bikin. Ji bilî DEM Partiyê, partiyên din yên siyasî zimanê saxlembûnê li hember astengdaran bi kar tînin. Em wek Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê xebatên xwe dimeşînin. Divê em civakeke ku hemû cudahiyan hembêz bike ava bikin.”