IFJ daxwaza betalkirina sûcdariyên li dijî Yelda Mûîrî kir 2026-08-13 18:35:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ), bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê li wênekêşa Îranî Yelda Mûîrî hatiye birîn da û daxwaz kir ku sûcdariyên li dijî wê werin betalkirin.   Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ), di daxuyaniya xwe ya îro de cezayê girtîgehê yê 15 salî yê li nûçegihana wêneyî ya Îranî Yelda Mûîrî hat birîn bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku dadweriya Îranê hemû sûcdariyên li dijî wê betal bike.   Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ), di daxuyaniya xwe ya îro de cezayê girtîgehê yê 15 salî yê li nûçegihana wêneyî ya Îranî Yelda Mûîrî hat birîn bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku dadweriya Îranê hemû sûcdariyên li dijî wê betal bike.   Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê kir ku dev ji sûcdariyên ewlehiyê yên ji bo sînordarkirina çalakiyên rojnamevanan berdin, sûcdariyên li dijî Yelda Mûîrî betal bikin û mafê rojnamevan û xebatkarên medyayê yê ji bo bi awayekî azad meşandina çalakiyên xwe yên pîşeyî nas bikin.   Wênekêşa nûçe û belgefîlman Yelda Mûîrî, ji aliyê 29’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve mehkûmî 15 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Ev biryar bi paşpenî hatibû dayîn.   Hêjayî gotinê ye ku hesabê bankeya Yelda Mûîrî ji aliyê Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatibû astengkirin û li dijî wê dosyayeke dadwerî hatibû vekirin. Yelda Mûîrî da zanîn ku ji ber xeta xwe ya telefonê ya girtî, nikare xwe bigihîne pergala agahdarkirina elektronîkî ya dadweriyê û lewma ji pêvajoya darizandinê bêagahî maye.   Tê zanîn ku Yelda Mûîrî, beriya niha jî hatiye binçavkirin û rastî zexta dadwerî hatiye. Yelda Mûîrî, di Îlona 2022’yan de ji ber wênekişandina xwepêşandanên “Jin Jiyan Azadî” ya li Tehranê, hatibû binçavkirin.