Li Sûriyeyê di 15 rojan de 26 kes hatin kuştin 2026-08-17 12:32:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 26 sûcên di nîvê yekem a Tebaxê de li hinek bajarên Sûriyeyê belge kir, belge nîşan didin ku tundî li Sûriyeyê bûye diyardeyek dubarekirî û zagon rolên xwe pêk naynin.   Navenda Nûçeyan – Kuştin li gelek bajarên Sûriyeyê berdewam dike, ji ber rewşa ewlehiyê, belavbûna çekan û nebûna tedbîrên astengkirin û hesabdayînê yên bi bandor, her diçe bûyerên kuştina mirovan zêdetir dibin. Bûyerên ku diqewimin tirsa li ser ewlehiya sivîlan zêde dike û rewşa bêqanûniyê ya berdewam nîşan dide.   Ji serê meha Tebaxê ve, çend bajarên Sûriyeyê, bûn şahidên bûyerên kuştina mirovan ku bi sedem û awayên cuda çêdibin. Ji gulebaran û nakokiyên malbatî bigre heya diziye, ev jî nîşan dide ku nekarîna berdewam a kontrolkirina belavbûna çekan, pêşîgirtina sûcan û darizandina berpirsiyaran, heye.   26 kesên ku di nav wan de jin û zarok hene hatin kuştin   Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR'ê 26 bûyerên kuştinê di nav 15 rojên destpêkê yên meha Tebaxê de belge kir ku di navbera wan de 20 mêr, 4 jin û 2 zarok hebûn.   Fikarên ji ber zêdebûna tundiyê li herêmê   Berdewamiya van kuştinan fikarên mezin dike, bûyerên kuştin û tundiyê ji ber ku astengî tune ye dibin diyardeyek dubare. Ev yek jî berpirsiyariyek dide ser milên rayedaran nîşan dide ku divê sivîlan biparêzin, belavbûna çekan kontrol bikin, lêpirsînên cidî û serbixwe li ser sûcan bidin destpêkirin. Ev yek ji bo pêşîgirtina li bêcezatiyê û kuştiyên din pir girîng e.   Çavdêriya Sûriyeyê duh  destnîşan kir ku sûc li gelek bajaran belav bûne, di nav de Reqa, gundewarên Şamê, Idlib, Dêra Zor, Laziqiye, Hema, Heleb, Tartûs, Deraa, Hesekê, Hums û Suweyda hene.   Banga bicihanîna berpirsyariyê   Çavdêriya Sûriyeyê bang li rayedarên pêwendîdar kir ku berpirsiyariyên xwe ji bo parastina sivîlan û bidawîanîna rewşa bêqanûnî ya ku li gelek herêmên Sûriyeyê tê dîtin bi cih bînin. Çavdêriyê tekez kir ku pêwîst e tedbîrên ewlehî û dadwerî yên lezgîn werin girtin da ku belavbûna çekan û tawanan kêm bikin, serweriya qanûnê xurt bikin û ewlehiya sivîlan misoger bikin.