ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2026'AN 2026-08-18 09:00:00     * Li Umraniyeyê li ser daxwaza xurt a gel û bi rêya xebata komunal Zimanxane hat damezrandin. Hevseroka komeleyê Hulya Darak, bal kişand ser parastina çand, nasname û ziman û got: "Em jî bang dikin û dibêjin werin kurdî fêr bibin û fêrî zarokên xwe bikin." BI DÎMEN    *Bîstanê Bajêr ê Jinan, ku ji aliyê Şaredariya Erdîşê ve hatiye avakirin, armanc dike ku bi rêya hilberîna hevpar piştevaniya jinan xurt bike. Endama Meclîsa Şaredariyê Ayşe Ergun, diyar dike ku armanca hilberîna jinan ew e ku jinan bikin xwediyê rola çalak a di jiyana aborî de. DÎMEN HEYE    *Dayika Aştiyê Behiye Ozkul a ku di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, got: "Em êdî şer naxwazin. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Dê têkoşîna me bidome" DÎMEN HEYE