Dayikên Şemiyê aqûbeta windayên xwe pirsîn 2026-08-22 13:03:22   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1117'emîn de li aqûbeta Mehmet Gunkan ê ku 32 sal berê hatiye windakirin pirsin û wiha gotin: “Leşkeran di 18'ê Tebaxa 1994'an de bang li Mehmet Gunkan kir. Mehmet Gunkan çû qerekolê û êdî tu agahî jê nehat girtin. Aqûbeta Mehmet Gunkan di tariyê de hat hiştin.”   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1117'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Gunkan ê ku 32 sal berê hatiye windakirin, hat pirsîn.   Dayika Şemiyê Yasemîn Bektaş metna daxuyaniyê xwend.   ‘Tevî hemû serlêdanên malbatê jî tu lêpirsîn nehat meşandin’   Yasemîn Bektaş diyar kir ku ew îro li aqûbeta Mehmet Gunkan ê 32 sal beriya niha hatiye windakirin dipirsin û got: “Mehmet Gunkan muxtarê gundê Dernoyê yê navçeya Hênê ya Amedê bû. Li gund di 13ê Hezîrana 1994an de pevçûnek derket. Piştî pevçûnê cendirmeyan êrîşî gund kir û gund vala kirin. Gundiyên binçavkirî birin qerekolê, piştî hefteyekê gundî hatin berdan, Mehmet Gunkan jî di nav wan de bû. Mehmet Gunkan rastî îşkenceyê hatibû, derketibû televîzyonan û qala îşkenceyê kiribû. Mehmet Gunkan wiha gotibû: “Leşkeran gundê me şewitand. Cendirmeyan me bir Qereqola Topcularê û li wir îşkence li min kirin. 430 kes ji gund derketin. Ez jî hatim Enqereyê û alîkarî ji desthilatdarên dixwazim.” Mehmet Gunkan piştî ji Enqereyê vegeriya, leşkeran di 18ê Tebaxa 1994an de gazî Mehmet Gunkan kir. Mehmet Gunkan çû qereqolê û êdî tu agahî jî nehat girtin. Malbat ji bo aqûbeta Mehmet Gunkan hîn bibe, serî li tevahî saziyên dewletê da. Tevî hemû serlêdanên malbatê, tu lêpirsîn nehat meşandin. Aqûbeta Mehmet Gunkan di tarîyê de hat hiştin.”   Çalakî bi danîna qerenfîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.