Kongra Star: Bîranîna wan dê her tim rêya me ronî bike 2026-08-27 11:18:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, derbarê pakrewanên HPG û YJA Starê de daxuyaniyek da û wiha diyar kir: "Bûn pêşengên siberoja azad û demokratîk a gelên me."   Kongra Star, ji bo pakrewanên HPG û YJA Starê yên ku di demên cuda û cihên cuda jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Em wekî Kongra Star, bi rêz, hêvî û girêdana xwe, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin; bi taybetî gerîlayên HPG û YJA Star ên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, li serî Amed, Wan û ji her aliyê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Em li hember malbatên hêja yên şehîdên xwe, hevalên wan ên rê û têkoşînê û hemû gelê xwe serê xwe ditewînin û serxweşiyê dixwazin.   Îro, dema ku em li ber bîranîna wan radiwestin, em dizanin ku ew ne tenê pêşengên serdemekê bûn; ew bûn pêşengên siberoja azad û demokratîk a gelên me. Wan jiyana xwe ji bo azadiya gelan, azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk feda kir. Her gavê ku wan avêt, her ked û xebata ku wan dan û her fedakariya ku wan kir, îro rêya azadiyê ya ku em li ser dimeşin ronî dike.   Piştgirî û hevkariya gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Şoreşa Rojava jî yek ji hêz û awayên herî xurt ên vê têkoşîna hevpar bûye. Di demên herî dijwar ên Şoreşa Rojava de, bi taybetî di dema berxwedana Kobanê de, me qet ji bîr nekirine û ê nekin ku ciwanên me, jinên me û gelê me ji Bakur bi ruhê seferberiyeke mezin ber bi Rojava ve hatin. Parastina Kobanê tenê parastina bajarekî nebû; ew bû derbirîna dîrokî ya îradeya hevpar, berxwedana hevpar û daxwaza jiyana azad a gelên me.   Di navbera wan kesên ku li Kobanê û di parastina Şoreşa Rojava de şehîd bûn û şehîdên me yên ku li çiya û bajarên Bakurê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn de girêdaneke qetnebar heye. Têkoşîna wan parçeyên heman lêgerîna azadiyê, heman îradeya gelan û heman daxwaza jiyana demokratîk e.   Îro, piştî şehadeta gerîlayên HPG û YJA Star li bajarên cuda yên Kurdistanê, xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe, zindîhiştina bîranînên wan û kombûyîna wan di merasîmên sersaxiyê de, careke din nîşan dide ku ev bîranîna hevpar çiqas hêz e.   Em wekî gelên Rojava û bi taybetî jinên Rojava, em ê vê hevkariya ku ji Bakur heta Rojava dirêj dibe, vê têkoşîna hevpar û mîrata ku şehîdên me ji me re hiştiye, tu carî ji bîr nekin.   Îro em di heman demê de ji nav pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Serkeftina pêvajoya Civaka Demokratîk ji bo dawîkirina êş û derdên ku gelên me bi dehan salan jiyane, ji bo ku ciwanên me careke din şehîd nebin û ji bo ku cihê xwîn û şer bi siyaseta demokratîk û îradeya jiyana hevpar ve bê girtin, girîngiyeke mezin heye.   Bi destpêka vê pêvajoyê re rawestandina şer şehîdnebûyina ciwanan ji bo gelên me serkeftineke mezin e. Em serkeftina vê pêvajoyê ne tenê wekî encama îro, lê wekî pêkhatina daxwaz û xeyalên hemû şehîdên me yên ku di salên borî de jiyana xwe ji dest dane dibînin.   Ji ber ku heke îro em dikarin behsa jiyana hevpar a gelan di nav wekhevî, azadî û demokrasiyê de bikin, li pişt vê yekê ked û xebata nifşên ku bedelên mezin dane heye. Di perspektîfa Civaka Demokratîk a ku îro pêş dikeve de, ked û xeyalên şehîdên me hene ku bi salan ji bo azadiyê têkoşîn kirine û jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kirine.   Ji ber vê yekê, em ê tenê bi bîranîna şehîdên xwe ne rawestin; em ê mîrata azadiyê û civaka demokratîk a ku wan ji me re hiştiye, zindî bihêlin. Em wekî jinên Rojava, dê li ser keda wan, li ser berxwedana wan û bîranîna wan bimînin. Ji bo avakirina jiyaneke ku tê de gel bi biratiyê û azadiyê bi hev re bijîn, em ê berpirsiyariya xwe bi cih bînin.   Bi taybetî gerîlayên HPG û YJA Star ên ku li serî Amed û Wan û ji her aliyê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, em bi rêz û girêdanê bi bîr tînin. Em ê tekoşîna wan, fedakariya wan û hêviyên wan ên azadiyê li Rojava zindî bihêlin.   Em wekî Kongra Star, bi girêdana xwe bi perspektîfa Civaka Demokratîk û jiyana azad a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, careke din diyar dikin ku em ê bi berpirsiyariya layiqbûna bîranîna şehîdên xwe, li ser vê rêyê bidomin.   Pêkanîna xeyalên şehîdên xwe, avakirina siberoja azad û demokratîk a gelên me û mezin kirina jiyana azad bi pêşengiya jinan, ji bo me dê girêdana herî mezin be.   Bîranîna wan dê her tim rêya me ronî bike."