Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-08-30 09:37:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 183'yemîn a Kovara Jinê bi sernavê  "Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Hêviyên ji bo Pêşerojê" derket.   Hejmara 183'yemîn a Kovara Jinê, bi sernavê "Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Hêviyên ji bo Pêşerojê", şert û mercên civakî û siyasî yên ku aştî dikare mayînde be, têkiliya bi rabirdûyê re divê çawa be û gotin û daxwazên kê dikarin aştiyê ava bikin, bi rêya gotar û ezmûnên cûrbecûr vedikole.   Hemû mijarên di hejmara nû de ev in:   *Li Mala Me ya Şînê: Windakirin, Bîranîn û Ruhanîya Kolektîf a li Kurdistanê / Figan Kepenek   *Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re, Avakirina Pêşerojê ya bi Hev re / Dilan Dirayet Taşdemir   *Zimanê aştiyê, dengê kê? / Esra Çiftçi   *Erka Rewşenbîrî û Îmkana Nêzîkatiyeke Rexnegir / Rûşen Seydaoglu   *Gelo Kurd dê zimanê xwe yê dayikê berdin dema ku behsa aştiyê tê kirin? / Şukran Demir   *Aştî ji Girtîgeh, Ziman û ji Nasnameyê Dest pê dike-Roportaja bi Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan re / Ekiba Kovara Jinê