Li Nepalê hejmara miriyan derket 750 kesan 2026-08-30 11:30:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Di felaketa lehiyê ya ku li ser sînorê Nepal û Çînê roja Çarşemê pêk hat de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 750 û hejmara kesên winda jî derket 3 hezar û 44 kesan.   Bîlançoya felaketa lehiyê ya li ser sînorê Nepal û Çînê rû da, giran dibe. Li Nepalê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 734'an û hejmara kesên winda jî derket 2 hezar û 498 kesan.   Medyaya fermî ya Çînê, ragihand ku li Tîbetê 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û 546 kes jî winda ne. Bi vê hejmarê re li her du welatan hejmara giştî ya kesên mirî gihîşt 750 kesan û hejmara kesên winda jî gihîşt 3 hezar û 44 kesan.   Li Tîbetê di dema xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de xetereyeke nû derket holê. Hezaza ku li herêmê pêk hat, bû sedema çêbûna bend û golek nû. Piştî vê komên rizgarkirinê derketin herêmên ewle.   Rayedarên Nepalê, diyar kirin ku birha Çemê Bhotekoshî dîsa bilind bûye û hişyarî li komên rizgarkirinê û welatiyên li herêmê hat kirin ku tedbîrên xwe bigirin. Hat ragihandin ku hişyarî herêmên Rasuwa, Nuwakot, Dhading û Chitwanê digire nav xwe.