Tulay Hatîmogûllari: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin 2026-08-30 18:48:04     ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, di civîna gel a li Îzmîrê de wiha got: “Em ê  xwedî li pêvajoyê derkevin û bi avakirina aştiyeke bi rûmet li vê axê têkoşîna xwe bidomînin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Kongreyê ya Tepekûleyê civîneke gel pêk anî. Civîna ku pankarta bi nivîsa “Ji bo Komara Demokratîk Civakeke Azad û Rêxistinkirî” lê hatibû daliqandin, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê Burcugûl Çûbûk û Îbrahîm Akîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan pêk hat.   ‘Heta dawiyê em ê xwedî li pêvajoyê derkevin’   Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku avakirina civaka demokratîk bi civakeke ku li ser zemînekî demokratîk rêxistinkirî pêkan e û wiha got: “Em hemû pir baş dizanin ku yek ji pêngavên demokratîkbûna civakê jî ji aştiyê derbas dibe. 50 sal in li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê şer û pevçûn berdewam dikin. Me di nava 50 salan de şahidiya êşên gelekî mezin kir. Û weke ku hûn dizanin tenê di van 10 rojên dawî de gelek şehadetan hatin ragihandin û di meha pêş de jî wê dîsa gelek şehadet werin ragihandin. Di van sersaxiyan de me careke din dît ku gelê kurd, di serî de dayik, tevî van hemû êşên hatine kişandin, tevî van hemû windahiyên ku hatine jiyîn, qet dest peyva gotina ‘aştiyê’ bernedane û bila dayikên leşkeran û dayikên gerîlayan her du jî dilrihet bin. Heta dawiyê em ê xwedî li pêvajoyê derkevin û her bêjin aştiya bi rûmet.”   'Em rexneyên têkildarî pêvajoyê dinirxînin'   Tulay Hatîmogûllari li ser navê DEM Partiyê rexneyên ku derbarê pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de hatine kirin, wiha nirxand: “Di 27'ê Sibata 2025'an de Birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bangeke pir girîng kir; Banga aştiyê û civaka demokratîk. Û em ji vir silavên xwe ji Birêz Ocalan ê ku ev bang kirî û pêşengî ji aştiyê re kirî re dişînin. Îro ev pêvajo nêzîkî temamkirina 2 salên xwe dibe. Û di nava vê pêvajoya du salî de bi rastî em bi zehmetiyên pir mezin û astengiyên pir mezin re rû bi rû man, wan çareser kirin û hatin roja îro. Ez dixwazim li vir nêrînên partiya xwe derbarê çend mijaran de, derbarê rexne û nirxandinên ku têkildarî pêvajoyê tên kirin de parve bikim. Hevalên me yên ku rexneyên samîmî, dostane, dilpak û avaker dikin hene. Ez dixwazim careke din diyar bikim ku em van rexneyan dinirxînin û wan girîng dibînin.”   ‘Em ê bi avakirina aştiyeke bi rûmet li van xakan têkoşîna xwe bidomînin’   Piştre Tulay Hatîmogûllari behsa kesên ku ji ber nikarin rastiya herêmê binirxînin û şaş dinirxînin kir û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî li herêmê çawaniya holê derketina formeke nû ya bi cihbûnê bi taybetî ya Îsraîlê, krîza sermayeya gerdûnî ya ku di 2008'an de dest pê kir û hejmariya herêmî ya krîza kapîtalîzmê, di vê serdema ku hêzên emperyalîst dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve şekil bidin de, diyar e ku piştevaniya gelan a bi hev re ketiye pozîsyonekî lezgîntir û girîngtir. Îro heke ev pêvajo dest pê kiribe, bila em bizanibin ku geşedanên li herêmê ji bo destpêkirina vê pêvajoyê xwedî girîngiyeke pir mezin bûn. Hinek ji van ew kes in ku dixwazin xuya bikin ku alîgirê aştiyê ne lê di eslê xwe de ji şer, tundî û pevçûnan xwedî dibin. Em dibînin ku bi awayeke sîstematîk gelek êrîş bi rêya medyaya dîjîtal li ser vê pêvajoyê tên kirin. Û em pir baş dizanin ku ev û geşedanên bi vî rengî wê çêbibin. Ew kesên ku dixwazin vê qadê weke aliyekî neyartî bikar bînin, wê ne di rojekê de biqedin.   Em weke DEM Partî û hemû hêmanên ku vê pêvajoyê dimeşînin, tu carî neketin nava van provokasyonan û em ê nebin jî. Hemû rexneyên dostane yên ku di nava du salan de hatine kirin li ser seran li ser çavan. Lê li hemberî êrîşên nîjadperest, gotinên şerxwaz û kesên ku ‘wekî ku dixwazin aştiyê’ xuya dikin lê tiştên din dikin jî, em ê parastina aştiyê bidomînin. Di pêvajoya piştî vê de jî hevalên hêja, em ê bi pêvajoyeke avakirinê ya bi tevahî nû derkevin holê û em ê vê yekê bi we re, bi gelê xwe yê hêja re, ji herêman heta navendê bi hev re pêk bînin û em ê bi avakirina aştiyeke bi rûmet li van xakan têkoşîna xwe bidomînin.”   Civîn piştî axaftina Tulay Hatîmogûllari ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.