Kongra Star li dijî darvekirinên li Îranê daxuyanî da 2026-08-31 10:27:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li dijî îdamên ku di demên dawî de li Îranê zêde bûne daxuyanî da û got: "Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin."   Li dijî darvekirinên li Îranê ku dema dawî zêde bûye Kongra Star daxuyaniyek da.   Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Li Îranê siyaseta îdamê her diçe girantir dibe û berdewam e. Di van rojên dawî de tê ragihandin ku li girtîgehên cuda yên welat gelek girtî hatine îdamkirin. Hengaw ragihand ku di navbera 24–26’ê Tebaxê de li girtîgehên Xorramabad, Sari, Rasht, Yazd û Îsfahanê, heft girtiyên bi navên Arezou Rostad, Mostafa Vosoughi, Masoud Nemati, Esmaeil Ajami, Hedayat Jamalzadeh, Emad Sheikhi û Amir Danaei hatine îdamkirin.   Di nava van îdaman de îdama Arezou Rostad a 23 salî bi taybetî dilê me dişewitîne. Tê ragihandin ku Rostad di 19 saliya xwe de bi zorê hatibû zewicandin û piştî wê bi sûcdariya ku hevjînê xwe kuştiye, bi cezayê qisasê hatibû mehkûmkirin. Arezou, ku di 24’ê Tebaxê de li Girtîgeha Navendî ya Îsfahanê hat îdamkirin, li gorî ragihandina Hengawê, ji aliyê rayedarên Îranê ve ji raya giştî re nehatiye ragihandin.   Em li ser navê Arezou Rostad ji malbat û nêzîkên hemû jinên ku hatine îdamkirin û hemû girtiyan re sersaxiyê dixwazin. Em êşa wan parve dikin û ji jin, ciwan û hemû gelên Îranê yên ku ji bo azadiyê berxwedanê dikin re piştgiriya xwe û hevbeşiya xwe digihînin.   Rejîma Îranê li şûna ku bersiva hêrs û daxwaza azadiyê ya ku di nav civakê de mezin dibe bide, îdamê wekî amûrekî tirsandin û bêdengkirinê bi kar tîne. Bi taybetî îdamkirina kesên ku bi protestoyên Çileya 2026’an ve girêdayî ne, nîşan dide ku ev siyaset ji bo tepisandina muxalefeta civakî û siyasî jî tê bikaranîn. Îdama Majid Adineh di 23’ê Tebaxê de yek ji nimûneyên dawî yên vê siyasetê ye. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku Adineh bi protestoyên Çileyê ve girêdayî hatiye îdamkirin.   Îdam rejîmê xurt nîşan nade; berevajî vê, qutbuyina di navbera gel û desthilatê de hîn mezintir dike. Her ku zext zêde dibe, cihê tirsê hêrs digire û cihê hêrsê jî berxwedanê digire.   Dîroka nêzîk a Îranê jî nimûneyeke girîng a vê rastiyê ye. Di salên dawî yên rejîma Pehlewî de, zêdebûna zexta siyasî û şîdeta dewletê yek ji wan faktorên ku qetandina di navbera civak û desthilatê de kûrtir kir bû. Îro jî rejîma Îranê bi ketina heman şaşitiyê bawer dike ku dikare îradeya gel bi zext û îdamê ji holê rake.   Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî îdamê jî nayê qebûlkirin. Ev bêdengî cesaret dide rejîmê ku îdamên zêdetir pêk bîne. Rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî divê li hemberî van îdamên li Îranê helwesteke bihêztir û encamgir bigirin.   Lê tevî van zextan hemûyan, berxwedana gelên Îranê ne rawestiyaye. Jin, ciwan, karker, xwendekar û gelên cuda yên Îranê dev ji daxwazên xwe yên azadî û dadmendiyê bernadin.   Em weke Kongra Star careke din dibêjin: Îdam divê bêyî derengî were rawestandin. Zext û zordariya li ser girtiyên siyasî divê bi dawî bibe. Divê rêz li îradeya azadiyê ya jinan û gelan bê girtin. Mafê gelên Îranê ji bo jiyaneke demokratîk û azad divê were naskirin.   Em bi navê Arezou Rostad hemû jinên ku hatine îdamkirin û hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin; ji malbata wan û hemû gelên Îranê re sersaxiyê dixwazin.   Îdam nikare dengê gelan bêdeng bike.   Zext nikare berxwedanê bi dawî bîne.   Tirs nikare li pêşiya îradeya azadiyê bisekine."