Wan dê ji bo aştiyê bimeşe 2026-08-31 12:10:40   WAN - Platforma Ked û Demokrasîye û Platforma Saziyên Demokratîk ên Wanê, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê sibê ji VAN AVM'ê heta Qada Bajêr meşekê li dar bixin.   Platforma Ked ê Demokrasîyê û Platforma Saziyên Demokratîk ên Wanê dê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ji VAN AVM'ê heta Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê bimeşin û daxuyaniyê bidin. Meş wê di saet 19:00an de bi dirûşma “Werin em dengê aştiyê bi hev re bilind bikin” dest pê bike û wê di saet 19:30an de jî li Qada Bajêr bi daxuyaniyekê biqede.