Li Qelqeliyê kontrola tenduristiyê ya belaş 2026-09-25 11:42:07   WAN - Şaredariya Qelqeliyê ji bo jinên ku dixwestin beşdarî bernameya kontrola penceşêra pêsîrê ya ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê ve dihat lidarxistin bibin, wesayîtên veguhastinê dabîn kir.   Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê li Wanê, ji bo hêsankirina gihîştina jinan a bi xizmetguzariyên tenduristiyê re, bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê re hevkariyek pêk anî.   Di çarçoveya kontrola penceşêra pêsîrê de ku li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê dihat kirin, tîmên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariyê li tax û gundan bi jinan re têkilî danîn da ku wan derbarê bernameyê de agahdar bikin. Jinên ku derfeta wan a veguhastinê tunebû, bi otobusên şaredariyê ji bo cihê kontrolê hatin birin.   Piştî temamkirina kontrola xwe ya mamografiyê, jin dîsa bi otobusên ku ji aliyê şaredariyê ve hatibûn veqetandin, li tax û gundên xwe vegeriyan.