Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin 2026-10-04 12:11:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Girtîgeha Evînê ya Îranê mafê telefonê yê 9 girtiyên jin ên siyasî asteng dikin. Lİ bajarê Seqizê jî sporvaneke jin hate binçavkirin.   Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (Human Rights Activists News Agency- HRANA) têkildarî zext û binpêkirinên rejîma Îranê ya li dijî girtiyên siyasî yên jin, agahiyan parve kir.   Li gor agahiyên ku HRANA’yê belav kirine, li girtîgeha Evîn ya Tehranê 9 girtiyên siyasî yên jin ji mafê peywendiya telefonî ya li gel malbatên xwe hatine bêparhiştin. Navên wan girtiyan jî evin; Tara Dawidî, Xezel Merzban, Gulrux Îrayî, Mîno Ruzedar, Nensîm Xulamî, Kimya Dawidî, Sekîne Perwane, Fatîme Pena Rezayî û Bêta Elî Hîmetî.   Hatiye diyarkirin ku ev girtiyên siyasî berî niha jî ji ber nerazîbûna wan a li dijî binpêkirinên mafan yên li nava girtîgehê, 9 hefteyan ji mafê hevdîtina li gel malbatan hatibûn bêparhiştin.   Li gor heman agahiyan, hêzên Îtlaeta (îstixbarat) Îranê, li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê jina werzişvan a bi navê Rojan Îbrahîmî (20) hat binçavakirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin.   Hatiye diyarkirin ku Rojan Îbrahîmî bêyî biryara dadwer hatiye binçavkirin.