Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Wê pênûsa wê li erdê nemîne 2026-10-04 14:41:22   NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, edîtora kovara Jîneolojiyê, niviskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di çaremîn salvegera qetilkirinê wê de li gelek bajaran hat bibîranîn.   Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, edîtora kovara Jîneolojiyê, niviskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di çaremîn salvegera qetilkirinê wê de li gelek bajaran hat bibîranîn. Di bîranînan de jiyan, xebatên Nagîhan Akarsel hatin vegotin, helbest û nivîsên wê hatin xwendin. Her wiha dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘şehîd namirin’ hatin berzkirin.”   Konya   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê 2022’yan de li bajarê Silemeniyeyê ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, di salvegera 4’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat bibîranîn. Malbata Nagihan Akarsel, Endamên Jineolojiyê, Komeleya Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê û parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgur Sakî jî tev li bîranînê bûn.   Girsê li mala malbata Nagihan Akarsel hat ba hev û heta goristanê meşiya. Dayika Nagihan Akarsel jî sandalyeyê bi teker li pêş girseyê tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyê jî hat ser gorê. Kesên tev li bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Nagihan Akarsel. Bîranîna li ser goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo hemû cangoriyên azadiyê, dest pê kir.   ‘Xwestin pêşiya heqîqetê bigirin’   Piştî rêzgirtinê parlamentera DEM Partî Ozgur Sakî axivî û bi lêv kir ku Nagihan Akarsel bi Jineolojiyê heqiqet digihand civakê û wiha got: “Bi qetilkirina Nagihan re xwestin pêşiya vê heqîqetê bigirin. Lê ew têkoşîn hê didome. Gelek rojnamegerên Çapemeniya Azad gelek şehîd di vê rê de dan. Em hemû şehîdan bi bîr tînin û têkoşîna wan rêya me ronî dike.”   ‘Em ê li ser rêya ku şehîdên Çapameniya Azad ji me re vekirine bimeşin’   Endam MKGê rojnameger Dîren Yurtsever jî bi lêv kir ku Nagihan Akarsel mîrateya têkoşîna heqîqetê ji wan re hiştiye û wiha got: “Em jî soz didin ku em ê hewl bidin layiqî têkoşîna wan bin. Em ê li ser rêya ku şehîdên Çapameniya Azad ji me re vekirine bimeşin.”   Ji malbata manevî ya Nagihan Akarsel Reyhan Yildirimci jî destnîşan kir ku wê demekê dirêj bi Nagihan Akarsel re bi hev re jiyaye û wiha axivî: “Piştî li Silemaniyê hat qetilkirin jî fikrên wê bi hezaran jinan re bû nexşerê.”   Piştî axaftinê girsê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan azadî” berz kir. Piştre jî beşdarên bîranînê li ser têkoşîn û jiyana Nagihan Akarsel hestên xwe anîn ziman.   Bernameya bîranînê bi xwendina diayan bi dawî bû.      Mersîn   Bi pêşengiya TJA’yê li Mersînê ji bo Nagîhan Akarsel li avahiya DEM Partî ya Mersînê bernameya bîranînê pêk hat. Platforma Saziyên Demokratîk, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê û gelek welatî tevil bûn. Pankarta ‘jin jiyan azadî’ li salonê hat daliqandin. Wêneyên Nagîhan Akarsel hatin danîn û find hatin vêxisitn.   Di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyonek ku jiyana Nagîhan Akarsel vedigot hat nîşandan.   Aktîvîsta TJA’yê Şadiye Manap di bîranînê de axivî û da zanîn ku ew kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dset dane bibîr tînin û soza pêkanîna xeyalên wan dan.   Bername bi xwendina helbesta Nagîhan Akarsel, stran û dirûşmeyan bidawî bû.   Îzmîr    Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê û TJA’yê li avahiya DEM Partî ya Îzmîrê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî hat dayîn. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên saziyên demokratîk û gelek jin tevli bûn.   Di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyonek ku jiyana Nagîhan Akarsel vedigot hat nîşandan.   Nivîs û helbestên Nagîhan Akarsel hatin xwendin.   Bername piştî xwendinan bi dawî bû.   Wan   Bername bîranînê li Eywana ŞonaWanê hat lidarxistin. Heval û hempişeyên Nagihan Akarsel, endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tevli bîranînê bûn.   ‎Li cihê bîranînê wêne û pirtûkên Nagihan Akarsel ên bi navê Behna Xaliyê (Kul Kokusu) û Nîsan hatin danîn. Bernameya bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.   Piştre xerhatina beşdaran hat kirin û endama MGK’ê Zeynep Durgut li ser Nagihan Akerselê fikir û ramanên xwe anî ziman.   ‘Ew gelek bandor li ser jinên li çapamameniya azad kir’   ‎Zeynep Durgut anî ziman ku ew Nagihan Akarsel re derfeta xebatê nedîtiye lê gelek jê bandor bûye û wiha got: “Ez xebatkara Çapameniya Azad im. Ez ji bo heval Nagihan çi vebêjim kêm e. Ez derfeta pêre bixebitim nedît. Heval Nagihan pir têr û tijî bû. Her lêkolînê li se dikir heval Nagihan derdiket pêşiya min. Wek ronahiyek li ser çapameniye bû. Gelemperî jî ji bo rastiya jinan têdikoşiya. Em wek şopdarên wê xeyalên wê pêk bînin.”   Dûre sînevîzyona ku li ser têkoşîn û jiyana Nagihan Akarsel hat temaşekirin.   ‎Piştî sînevîzyonê Koma Aryen ji bo bîranîna Nagihan Akarsel stranan vegot û bîranîn bidawî bû.     Êlih   Nagihan Akarsel li navçeya Hezo ya Êlihê jî hat bibîranîn. Bîranîna ku di navenda DEM Partiyê yê navçeyê hat lidarxistin de, gelek jin tev li bûn.   Di bernameya bîranînê de Hevseroka DBP’ê ya Hezoyê Nuran Altan axivî û ev tişt anî ziman: “Nagihan Akarsel heta dawiya emrê xwe ji bo derxistin heqîqeta azadiya jin, dîroka jin û dengê jinan gelek ked da. Derveyê rojnamegeriyê girîngî da xebatên din a jinan jî. Li Silêmeniyê Akademiya Jineolojiyê ava kir. Projeya Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê amade kir. Bi kamera, penûs û xebatên xwe dîroka jinan ronî kir.”   Bîranîn bi xwendina helbest û pêşandana sînevizyonê bi dawî bû.   Mêrdîn   Bernameya bîranîna li Mêrdînê jî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê pêk hat. Di bîranînê de aktîvîsta TJAyê Semîre Demîrel Kut axivî û wiha got: “Heval Nagihan her tim li dû edalet û heqîqetê çû û jiyana xwe li van tiştan ava kir. Li ser vê esasê em ê heta dawiyê li ser heqîqeta ku ew ji bo me hiştî, bimeşin.”   Bîranîn bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.   Şirnex   Nagihan Akarsel li navçeya Silopya ya Şirnexê jî hat bibîranîn. Bîranîna ku li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de hevseroka MEBYA-DERê ya Şirnexê Esmer Çikmaz axivî û diyar kir ku tevî ku 4 sal li ser şehadeta Nagihan Akarsel derbas bûye hê jî ew ji bo wan nemir e û wiha got: “Bi hezaran jin li ser rêya wê dimeşin û dê teqez xeyalên wê pêk bînin.”   Piştre aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan axivî û ev tişt anî ziman: “Heval Nagihan li çar parçeyên Kurdistanê xebat da meşandin. Dema em li dîrokê dinêrin di nav tevgera azadiyê de gelek jin cihê xwe girtine û li dijî zihniyeta ku dixwest jinan tune bikin têdikoşin. Di vê têkoşînê de jin ji bo du nasnameyan şer kir. Hem ji bo nasnameya jin hem jî ji bo nasnameya Kurdbûnê jinên Kurd têkoşiyan. Di rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re vekirî de wek Nagihan bi hezaran jin meşiyan.”   Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ û pêşendana sînevîzyonê bidawî bû.   Her wiha Nagihan Akarsel li Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê jî ji aliyê jinan ve bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat bibîranîn.