Ji rojnameger Derya Okatan peyam 2026-10-05 11:17:16   STENBOL - Rojnamevana girtî Derya Okatan di peyameke ku ji girtîgehê şand de got: "Hêvîdar im ew şaşiya ku bû sedema girtina min, di zûtirîn demê de were çareserkirin û ez vegerim nav we."   Rojnamevan û endama Lijneya Disîplînê ya Sendîkaya Karkerên Çapemeniyê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Pêşverû yên Tirkiyeyê (DİSK)  Derya Okatan  a  di 3'yê Cotmehê de li Enqereyê hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakırkoyê, bi rêya hevalên xwe peyamek şand.   Peyama Derya Okatan wiha ye: "Mixabin, di sala xwe ya 20'an a pîşeyê de, ez jî rastî wan girtîgehan hatim ku hema hema her rojnamegerek li Tirkiyeyê carekê pê re rûbirû dimîne. Lêbelê, tenduristî û moralê min baş e. Hêvîdar im ew şaşiya ku bû sedema girtina min, di zûtirîn demê de were çareserkirin û ez vegerim nav we. Spas ji bo her kesê ku piştevaniya xwe nîşan daye. Silav û hezkirin ji bo hemû hevalan."