Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Çîrokên jinan hatin xwendin 2026-10-06 14:23:44   AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li ber Edliyeyê Amedê nobed da destpêkirin. Endama Baroya Amedê parêzer Cansel Talay bal kişand ser zext û tundiya li dijî jinan û got: “Em Jiyaneke wekhev, azad û ewle dixwazin.”   Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li ber Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” da destpêkirin. Hevşaredarên Navçeyên Amedê, rêveberên partiyên siyasî, komeleyên jinan, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li nobedê bûn. Nobed dê 10 hefteyan bidome. Di nobedê de pankarta “Jin Nobeda Edelet û Bîrê Digrin” hate vekirin. Jinan di nobedê de bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”, “Kuştina Jinan Polîtîk e” û “Bijî Têkoşîna Jinan” berz kirin. Daxuyaniya Tirkî ji aliye Endama Baroya Amedê Parêzer Cansel Talay ve hate xwendin.   Cansel Talay diyar kir di nobeda wan ya yekem de, ew ê çîrokên Ayfer Çakmakê ya ji Amed, Fatma Çîgîliya ji Kocaeliyê, Betul Arik ya ji Sakaryayê û Nalan Temelkirin ya ji Kutahya bixwînin û got: Em ê Buse Akgun Goke ya ku li Enqerê jiyana xwe ji dest daye, Dr. Ozlem Gultekîn Çelîk ya ku li Îzmîrê derbarê mirina wê ya gumanbar de lêpirsîn berdewam dike, Gokçe Alkan ya ku li Bursayê hatiye qetilkirin û Zekiye Can ya ku li Mêrdînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî jî wek parçeyek ji nobeda me ya edalet û bîrê ye, bi bîr tînin. Ev nav, lîsteyeke temam û bêkêmasî ya hemû jinên ku di serdema me diyar kirî de jiyana xwe ji dest dane, nîn in. Ev nav me ji agahiyên di raya giştî de hatine parvekirin in û me ev nav kom kirine. Em dizanin ku berpirsiyariya me ya derbarê mafê jiyanê yê jinan de, tenê bi wê hefteya sînordar nîn e.”   Cansel Talay di axaftina xwe de anî ziman ku bajârên cuda, jiyanên cuda, çîrokên cuda hene. Cansel Talay bilêv kir ku maf û daxwaza hevpar, ji bo hemû jinan jêveneger, heman in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jiyaneke wekhev, azad û ewle. Em tenê bi têgîna edaletê ya ku piştî tundî çêbû bikeve dewrê û bi cezayê ku dê bide kiryar ve sînordar bimîne, razî nabin. Em daxwaza avakirina jiyaneke azadiya zayendî dikin ku tê de jin berî ku rastî tundiyê bên, bêyî ku dest ji azadiyên xwe berdin, karibin derbarê jiyana xwe de bikêf û bêxof biryaran bidin dixwazin.”   Jinan da zanîn ku ew ê her Sêşemê nobeda xwe bidomînin.