Di êrîşa li hember dibistanê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da 2026-10-06 17:00:55   STENBOL-Li  dibistaneke navçeya Başakşehîra Stenbolê êrişek bi kêr pêk hatibû û 8 xwendekar birîndar bûbûn. Xwendakerek ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.   Li Dibistana Şeyh Şamîl a Îmamhatîpê ya li navçeya Başakşehîra Stenbolê xwendekarek ku li dibistanek cuda perwerdehiyê dbiîne, bi kêrê êrişî xwendekaran kiribû. Li gorî agahiyan; ev xwendekarê êrişkar şeveqê hatiye pêşiya dibistanê û êrişî xwendekarên ku dikevin dibistanê kiriye. Di êrişê de 8 xwendekar birîndar bûbûn. Piştî gilîkirinê polîs hatin cihê bûyerê û gumanbarê 15 salî hat binçavkirin. Xwendekarên birîndar jî bi ambulansan rakiribûn nexweşxaneyê.   Wezîrê Perdewehiyê Yusuf Tekîn diyar kir ku xwendekarek ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye.