Rejîma Îranê zext û cezayê bêhîcabiyê tundtir kiriye 2026-10-07 11:43:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê dezgeha dadweriyê ya Îranê ferman daye dadgehên seranserê Îranê ku bi şêweyekî taybet şopandina ‘hîcaba zoremlî’ bikin û ‘binpêkeran’ ceza bikin.   Berdevkê dezgeha dadwerî ya Îranê Elî Kazimî, ragihand ku Serokê Dadweriya Îranê Muhsinê Êjeyî, ferman ji bo hemû dadwerên seranserê Îranê derxistiye ku li ser doza hîcaba zoremlî bi tundî rawestin.   Elî Kazimî diyar kir ku bêhîcabî li gorî yasaya cezayê ya îslamî ya Îranê sûçe û hêzên leşkerî hatine erkdarkirin ku di dema dîtina her cûre hîcaba dildarî-bêhîcabiyê de ‘binpêkeran’ bişînin dadgehê û wan ceza bikin.   Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî civîna serokê dezgeha dadweriyê ya li gel hinek ji gotarbêjên mizgeftan hat ku tê de fikarên xwe li ser vê mijarê anibûn ziman.   Ji ber rewşa şer ya li welat, ev demekê bû doza hîcaba zoremlî ketibû bêdengî û rawestandinê de, lê rêkarên tund yên nû yên dezgeha dadweriyê carek din destpêkirin.