Li dibistanê ewlehiya zarokan tuneye:Divê pergal bê lêpirsînkirin 2026-10-11 09:04:40   STENBOL- Piştî êrîşa li hember dibistaneke li Başakşehîr a Stenbolê xwendekarekê jiyana xwe ji dest da û 7 heb jî birîndar bûn.Malbat û mamosteyan diyar kirin ku li şûna zarok bên parastin, desthilatdariyê serî li tedbîrên polîsan dane û gotin: “Divê desthilatdarî berpirsyaryê bigire. Divê şertên tundiyê diafirînin ji holê bên rakirin.”   Li Dibistana Şeyh Şamîl a Îmamhatîpê ya li navçeya Başakşehîra Stenbolê  êrîş pêk hatibû û xwendekarekê jiyana xwe ji dest dabû û 7 heb jî birîndar bibûn. Berê jî  li Mereş û Rihayê êrîş pêk hatibûn û vê fikarên malbatan zêde kiribûn. Malbat û mamosteyan ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku divê çareseriyên mayînde pêk bên.   ‘Dibistan jî mal jî bê ewle mane’   Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP)  û dayika sê zarokan Tuba Tîl Erbab der barê mijarêde axivî û got: “Li cihê divê zarok di bin ewlehiyê de bin di bin tehdîdê de ne. Peywirdarê ewlehiyê hebe jî zarok bi çekê dikevin hundir û komkujiyê dikin. Ez zarokê xwe di ewlehiyê de nabînim. Mal û dibistan divê cihên ewlehiyê bin. Mixabin em di rizandina civakî de ne. Çanda mafyawarî û çetebûnê tê teşwîqkirin. Bi hevkariya televîzyon û çapemeniya dîjîtal ev tê kirin. Zarokên me jî ji ser televîzyon û telefonan van dibînin. Çeteyên hişbirê heta ber dibistanan hatine. Bi berhevkirina firoşkaran ev nabe. Divê polîtîkayên bi bandor û mayînde pêk bên.  Ez banga têkoşînê dikim. Divê bi rêxistinên civaka sivîl re komîsyonek lezgîn bê avakirin. Divê em hemû bi hev re bibin yek dakevin qadan û çi ji destê me bê divê em bikin.”   ‘Parastina zarokan maf e’   Nûnera  KCDP'ê ya Stenbolê û dayika zarokekê Reyhan Gençer jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Zarok li dibistanan xwe ewle hîs nakin. Piştî êrîşan tedbîrên ewlehî û polîsan ne çareseriye.Divê şert û mercên ku zarokan berbi tundiyê ve dibin bên rakirin. Parastina zarokan maf e. Dema zarok diçin dibistanê divê netirsin.Divê azad bin û xwe ewle hîs bikin.Ligel polîtîkayên ewlehiyê divê mekanîzmayên parastin û piştgiriya psîkolojîk bên avakirin. Divê komîsyonên ewlehiyê bên avakirin. Yusuf Tekîn li şûna mudaxaleyê cil û bergê mamosteyan bike, divê ewlehiya xwendekaran bigire.”   ‘Perwerdehî ji civakê serbixwe nîne’   Hevsreoka Şaxa hejmar 7 a Egîtîm Sen a Stenbolê Necla Taysun jî diyar kir ku bûyerên tundiya li dibistanan pêk tên ji krîzên civakî serbixwe nînin û zarok bandora pirsgirêkên aborî û civakî dijîn. Necla Taysun wiha bi lêv kir: “Perwerdehî tenê ji ser serkeftin û erzmûnê nikare bê nirxandin. Divê qadên ku zarok bikaribin xwe îfdae bikin bên zêdekirin. Perwerdehî ji civakê serbixwe nîne. Zarok pirsgirêkan dijîn. Di encama krîzên aborî û civakî de ev tên serê me. Di miajra parastina zarokan de û çarseriya pirsgirêkên qada perwerdehiyê de divê wezareta perwerdê bi sendîka, rêxistinên civaka sivîl re bi awayekî kolektîf tevbigere û xeteke têkoşînê ya hevpar bê afirandin.”   ‘Ya ji zarokan mexdur û gumanbar diafirîne pergal bixwe ye’   Endama Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Merve Ozçakir got tundiya li dibistanan pêk tê, nîşaneya rewşa tundiya pir alî a civakî ye. Merve Ozçakir di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Êrîşên li hember dibistan û tundî di civakê de tê normalkirin.Beriya her tiştî divê sedemên ku berê zarokan dide tundiyê bên lêpirsînkirin. Ev encama tundiya pir alî a civakê ye.Li cihê ku divê zarok bên parastin û ewlehiya wan hebe, hawir veguheriye cihê tundiyê. Zarok jî tiştên dibînin pêk tînin. Ya ku zarokan mexdur û gumanbar dike pergal bixwe ye.Divê ev bê lêpirsînkirin.”   Jina bi navê Nazîfe Bayrak jî bertek nîşanê bûyerên tundiyê yên li dibistanan tên jiyîn da û got ev pirsgirêk tenê bi tedbîrên ewlehiyê nikare bê çareserkirin û bang kir ku divê pirsgirêk bi pispor û sendîkayan re bê destgirtin.