Peyama Abdullah Ocalan a ji bo ciwanên enternasyonal 2026-10-11 16:24:28   STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji ciwanên enternasyonal yên ji 8 welatan re şand. Abdullah Ocalan got, "Pêdivî bi rabûna tevgereke enternasyonal a ji hundirê lêgerîneke nû ya enternasyonal heye."   Şandeyeke Ciwanên Enternasyonal ji 8 welatan piştî hevdîtinên xwe yên li Amedê gihîştin Stenbolê. Li Stenbolê, ciwanên enternasyonalîst pêşî serdana Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dû re jî Tevgera Jinên Azad (TJA) kirin. Piştî vê yekê, serdana Ofîsa Hiqûqê ya Asrinê kirin, li wir peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şandibû, ji wan re hate xwendin.   Peyam wiha ye:   "Hevalên hêja,   Ez serdana we û peyama we pir watedar dibînim.   Pêdivî bi bilindbûna tevgera navneteweyî ji nav lêgerînek nû ya navneteweyî heye. Dema ku em vê hewldanê dikin, divê em hewcedariya sekinandina li dijî rastgirên ku li Ewropayê radibin û rewşa kaotîk a li Rojhilata Navîn pêş dikeve, li ber çavan bigirin. Çalakiyên me yên navneteweyî jî hene. Divê hûn beşdarî van çalakiyan li Ewropayê bibin û bi hev re bixebitin. Ez di hewldanên we de serkeftinê ji we re dixwazim. Bi van hest û ramanan, ez we silav dikim."   Piştre, ciwan beşdarî bernameya vekirina Komeleya Xwendekarên Çand û Hunerê ya Arîn bûn.