Dîlan Kunt Ayan: Şerta MGK’ê pêvajoyê dirêj dike 2026-10-12 10:14:03   Melek Avci   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan derengketina pejirandina qanûna çarçoveyî ji Parlamentoyê ji ber biryara MGK'ê rexne kir û got: "Ji aliyekî ve, balkişandina hemû çavan li ser giravê, lê ji aliyê din ve, nebicîhanîna komîsyona ku Birêz Ocalan dê koordînasyonê bike, nakokiyeke mezin e."   Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde, di çarçoveya zemîna hiqûqî de "Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" ya wek Qanûna Çarçoveyî tê zanîn ket meriyetê. Der barê bêçebûnê ya di qanûnê de hatiye destnîşan kirin, rapora teyît û testpîtê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) tê payîn. Tevî ku MGK kom bû jî hîna der barê pêkanîna qanûnê de gav nehatiye avêtin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokraisyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan der barê mijarê de axivî.   ‘Erêkirina MGK’ê  pêvajoyê dereng dixîne’   Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku pêkanîna qanûnê bi biryara MGK’ê vegirêdayîn wek teknîkî hat dîtin lê veguherî pêkanînek ku pêvajoyê dereng dixîne û wiha got: “Em dibîn ku erêkirina MGK’ê nebaş tê bikaranîn. Erêkirina MGK’ê çi bû? Pêkanîneke teknîkî bû. Di vir de tiştekî polîtîk an jî siyasî tunebû.”   ‘Nêzîkatiyeke nebaş li hember pêvajoyê heye’   Dîlan Kunt Ayan daxuyakirin ku wan dipa ku qanûn 1’ê Cotmehê de bikeve meriyetê lê ji civîna MGK’ê biryar derneketiye û wiha domand: “Hewce bi qanûn û hiqûqê heye. Ev ne xeteke têkoşinê ya em dipên ku wê ji sînor derbas bin û bên cem malbatê xwe. Têkoşîn hîna didome, rêbaz guherî. Ji ber vê jî hewce bi hiqûqê heye. Lê emniha hinek nêzîkatiyan dibînin. Rewşeke wekê çek hatin berdan, wê her kes vegere cem malbata xwe wek tiştek nebûye berdewam bikin. Ev nêzîkatiyeke seqet a li hember pêvajoyê ye.”   ‘Qanûn ji bo zemîna diyalog û muzakereyê bû’   Dîlan Kunt Ayan got raste rast ji pêvajoyê re nabêjin ‘pêvajoya aştiyê’ û wiha domand: “Gav bi gav pêşketin heye lê hîna desthilatdarî bi awayekî cuda tevdigere. Ji ser 10’ê Tebaxê de 2 meh derbas bû. Ev qanûn ji bo zemîna muzakere û diyalogê bû. Meclîs vebû. Hîna tiştek nehatiye kirin. Ji aliyê dewletê ve neavêtina gavan nayê wateya dest ji têkoşînê tê berdanê. Tu carê zemînên têkoşînê wisa amade nehatin ber me. Em her tim bi têkoşîn û berxwedanê hatin vê astê. Em têkoşîna xwe didomînin. Em dibîn ku erêkirina MGK’ê nebaş tê bikaranîn. Erêkirina MGK’ê çi bû? Pêkanîneke teknîkî bû. Di vir de tiştekî polîtîk an jî siyasî tunebû.”   Dîlan Kunt Ayan di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Bêyî li bendê biryara MGK’ê bimînin dikarin biryarên DMME û DDB’ê pêk bînin, pêkanînên qeyûman bidawî bikin. Qanûna ji meclîsê derbas bûye pêk nayên. Ya ku dewletê bide zorê ku gavê bavêje têkoşîna me ye. Em ê vê xetê jî heta dawî bihûnin.”   ‘Divê komîsyon bikeve jiyanê'   Dîlan Kunt Ayan balkişand ser komîsyonên di çarçoveya pêvajoyê de hatiye avakirin û da zanîn ku pêvajo li gorî pêwistiya pêvajoyê hewldanan nake û anî ziman ku divê ev komîsyon bikevin tevgerê. Dîlan Kunt Ayan wiha dirêjî dayê: “Ji ber ku Komîsyona Aştî û Siyasîbûnê nakeve faliyetê pêvajo jî dereng dikeve. Li aliyekî berê xwe didin giravê li aliyê din jî komîsyona ku wê kordînatoriya wê birêz Ocalan bike nakin jiyanê. Ev nakokiyek mezine Ger ku bê xwestin ku Birêz Ocalan kordînasyona wê bike divê demildest komîsyon bikeve jiyanê. Divê komîsyon bikeve jiyanê wê biryarên MGK’ê jî leztir bike. Divê komîsyon daxwazên civakê jî ji meclîsê re veguhezîne. Ligel vê israra me ya ji bo avakirina komîsyona jinê jî didome.”