Li Dihokê di nava 5 salan de çend kes bi penceşêra memikan ketine? 2026-10-13 14:51:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê, daneyên derbarê nexweşên penceşêra memikê de belav kir.    Li gorî van daneyan, di dema pênc salên borî de, yanî ji sala 2021’an heta niha, hezar û 697 kes bi penceşêra memikê ketine û tenê di nav meha borî de jî 283 kesên nû li wê parêzgehê hatine tespîtkirin. Hat destnîşankirin ku di sala 2010’an de tenê 29 kes bi penceşêra memikê ketibûn, lê belê ev hejmar di sala 2025’an de gihîştiye 320 kesan.   Her wiha, daneyên hemû penceşêran di nav pênc salên borî de bi vî şêwazî hatine rêzkirin: Di sala 2021’an de hezar û 16, di sala 2022’an de hezar û 434, di sala 2023’an de hezar û 180, di sala 2024’an de hezar û 303, di sala 2025’an de hezar û 552 û di nav mehên îsal (2026) de jî hezar û 404 kesên nû yên nexweşiyê hatine tomarkirin.   Bi vî rengî, daneyên taybet ên penceşêra memikê li Dihokê di navbera van pênc salan de wiha ne: Sala 2021’an 222, sala 2022’an 317, sala 2023’an 264, sala 2024’an 291, sala 2025’an 320 û di nav mehên îsal (2026) de jî heta niha 283 kesên nû hatine qeydkirin.   Ew dane nîşan didin ku beşekî zêde yê kesên nexweşiya penceşêrê yên li Herêma Kurdistanê, di temenê ciwan û yê herî çalak de ne; temenê herî zêde yê kesên bi penceşêra memikê di navbera 40 heta 49 saliyê de ye ku rêjeya wan digihîje %28.4’ê hemû nexweşan. Piştre, temenê di navbera 50 heta 59 saliyê de tê ku rêjeya wan jî digihîje %24.3’ê.