'Polîtîkayên ku çanda kurd hedef digirin teşe diguherin' 2026-10-20 09:03:45   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Rêvebira Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinan (KASED) Salîha Ayata, diyar kir ku Kurdan tevî polîtîkayên qedexe û înkarê, karîbûne ziman, çand û bîra xwe ya kolektîf biparêzin.  Salîha Ayata, bi îdiaya ku "Mîhrîcana Riya Çandê" armanc dike bibe sedema dejenerasyona çandî û  pirsî: "Çima divê hunermendên Kurd di mîhrîcanên wiha de cih bigirin?"   Polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan e li ser gelê Kurd tên meşandin, bi taybetî bi armanckirina ziman, çand û bîra wan a dîrokî, berdewam dikin. Sînordarkirina dîtbariya zimanê Kurdî di qada giştî de, paşguhkirina nirxên çandî û ferzkirina perspektîfek yekalî, mafê hebûna gelan bi nasnameyên xwe yên xweser dikin mijara niqaşê.   Di vê çarçoveyê de, "Mîhrîcana Riya Çandê" –ku di navbera 10 û 18'ê Cotmehê de li Amedê hat lidarxistin, nîşan dide ku çanda Kurdî heta çi astê tê naskirin û temsîlkirin. Konserên ku di nava neh rojan de li bajêr hatin lidarxistin, wekî hewldaneke asîmîlasyonê û paşguhkirina nasnameya Kurdî hatin şîrovekirin. Rêvebira Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinan (KASED) Salîha Ayata, nirxandinên xwe yên derbarê vê mijarê de parve kirin.    'Kurdan xwe li hember asîmîlasyonê parastine'   Salîha Ayata bal kişand ser rastiya dîrokî ya Kurdan û got: "Tevî hemû polîtîkayên qedexe, asîmîlasyon û înkarê, Kurdan xwe parastine. Her çend di warên wekî ziman, çand, perwerde û aliyên din ên jiyanê de kêmasî hebin jî Kurdan karîbûne xwe li hember polîtîkayên asîmîlasyonê û nêzîkatiyên ku xwe dispêrin înkarê, biparêzin. Li herêma Botanê û bi rastî li gelek deverên Kurdistanê  Kurd hîn jî bi zimanê xwe diaxivin. Li hember gelek qedexeyan, wan zimanê xwe bi rêya bîra kolektîf parastine. Bi saya wêjeya devkî, Kurdan  zimanê xwe gîhandine nifşên nû. Her çend ku di warê arşîv û çavkaniyên nivîskî de kêmanî hebin jî Kurdan di qada wêjeya devkî de cihekî gelekî xurt bi dest xistine."   ‘Kurdên muzîk veguherandin qadeke berxwedanê’   Salîha Ayata, bi bîr xist ku polîtîkayên înkarê rastiya Tirkiye û Kurdistanê di sedsala borî de diyar kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sedsala dawî de, Kurdên li Bakur û Tirkiyeyê, berxwedan û têkoşîna xwe bi taybetî bi rêya çêkirina stran û muzîkê anîne ziman. Wan muzîk veguherandiye qada berxwedanê. Di demeke ku siyaset û ziman qedexe bûn, sîstemeke cezakirinê bi awayekî tund dihat meşandin û mirov bêçare hatibûn hiştin, muzîk bû amûra tenê ku di destê Kurdên li Bakur de mabû. Heta îro jî em behsa bandora kûr a muzîka salên 1990'î li ser civakê dikin; di wê demê de, muzîk tenê rêbaza me ya xweîfadekirinê bû. Her çend di warên siyaset û wêjeyê de jî li dijî polîtîkayên zilm û qedexekirinê berxwedan hebûya jî Kurdan hemû hest û ramanên xwe di stranên xwe de bi cih kirin û her tişt bi rêya stranan anîn ziman. Ev yek girîngiya bîra kolektîf derdixe pêş. Heke hûn li albûmên hunermendên Kurd binêrin, hûn ê di her yekê de çend stranên kevneşopî û herêmî bibînin. Dayik û bîranînên ku di hişê van dayikan de ne bûne çavkaniya vê kevneşopiyê. Ev yek nîşan dide ku bîra kolektîf çawa bi muzîkê re dibe yek. Kurd, wekî gel, xwedî bîreke kolektîf in û ev bîr pastine.”     Rexneyên li dijî siyasetmedaran: Armanca mîhrîcanê çi ye?   Salîha Ayata, bi bal kişandina ser polîtîkayên ‘şerê taybet’ ên ku di deh salên dawî de derketiye pêş re, diyar kir ku Kurdan bi rêya berxwedana çandî ev polîtîka têk birine. Salîaha Ayata, bi behskirina mîhrîcanên ku li Kurdistanê ligel polîtîkayên “şerê taybet” derketine holê, tekez kir ku divê armanca van çalakiyan pêşî bi awayekî zelal were fêmkirin. Salîha Ayata, siyasetmedarên Kurd jî rexne kirin û got: “Ya girîng ne tenê anîna rojevê ya van mîhrîcanan li ser kürsiya parlamentoyê ye,  fêmkirina rastîn a wate û armanca wan e. Li şûna ku mirov bipirse, ‘Çima hunermendên Kurd li wir nînin?.” Divê em bersivekê bidin ka çima hunermendên kurd *divê* li wir bin. Pirs divê bi awayekî rast were kirin xalek ku parlamenterên me gelek caran tê de kêm dimînin ev e. Armanca vê mîhrîcanê çi ye?    ‘Armanca mîhrîcanê, dejenerekirin e’   Saliha Ayata diyar kir ku Kurd heta sala 2000'î hatine înkarkirin û got: “Piştî sala 2000'î, polîtîkayên hikûmetê dest bi guherînê kirin. Di qonaxekê de, cewherê vê înkarê guherî; ji ber ku rastiyeke Kurdî hebû ku li hember desthilatdaran li ber xwe dida. Piştî sala 2000'î, hikûmetê xwest cureyekî taybet ê Kurdan biafirîne, lê gelo çi cure bû? Kurdekî azad û berxwedêr, yan jî kesekî ku ji hemû nasnameya xwe hatiye dûrxistin? Îro li Kurdistanê, ev cure çalakî di çarçoveya polîtîkayên ‘şerê taybet’ de, bi rêya qeyûmên ku ji aliyê dewletê ve hatine tayînkirin, tên lidarxistin. Dewletê hewl da ku mîhrîcan ango heman cure çalakiyên ku berê qedexe kiribûn organîze bike û di heman demê de hunermendên Kurd jî tevlî wan bike. Armanca van mîhrîcanan ne parastin an jî nîşandana çand, nasname an bîra kolektîf a Kurdan e; berevajî vê, armanc ew e ku dejenerasyonaçandî û exlaqî pêk bînin. Divê ev xal bi taybetî were tekezkirin. Heta ew kesên ku ji bo beşdarbûnê tên hilbijartin jî bi vê armanca taybet tên destnîşankirin.”      ‘Çima divê hunermendên Kurd di van mîhrîcanan de cih bigirin?’   Salîha Ayata balê dikişîne ser nîqaşên cidî yên li ser medyaya dîjîtal derbarê beşdarbûna hunermendên Kurd di van mîhrîcanan de û dipirse: “Çima divê hunermendên Kurd di van mîhrîcanan de bin? Em jixwe mîhrîcanên xwe bi xwe li dar dixin. Ev 35 sal in, Kurdên li Bakur bêyî navberê bidin mîhrîcan û çalakiyên curbecur organîze dikin. Bîst sal berê, Kurdan mîhrîcanên gelekî dewlemendtir û bi heybettir li dar dixistin, ne wekî van çalakiyên amator ên ku îro tên kirin. Ji bo Kurdên ku dixwazin bi awayekî azad bijîn, mîhrîcan ne diyardeyeke çandî ya nû ye. Lê gelo divê em girîngiyê bidin çandeke populîst, yan jî mîhrîcaneke ku kokên wê di ziman, berxwedan û çanda Kurdî de ne? Pêwîst e mirov fêm bike ka çima Kurd li hember van mîhrîcanan bi vî awayî bertek nîşan didin. Beşdarbûna hunermendên Kurd di van çalakiyan de, pirsgirêka bingehîn çareser nake. Heger hunermendekî Kurd derkeve ser dikê jî derfet jê re nayê dayîn ku stranên xwe bi awayê ku dixwaze pêşkêş bike; destûr nayê dayîn ku ew stranên ku dixwaze, bistirê.”     Hunermendên girtî hatin bibîrxistin   Salîha Ayata, destnîşan kir ku bi dehan hunermendên Kurd yên ku xwedî nasnameyên siyasî, çandî an olî yên cuda ne niha di girtîgehan de ne û bal kişand ser doza hunermenda Kurd Nudem Durak a ku ev 11 sal in girtî ye. Salîha Ayata, anî ziman ku gelek hunermend tenê ji ber stran gotine hatine girtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî anî: “Di demekê de ku gelek hunermendên Kurd di girtîgehan de ne, divê pirsgirêka me ya sereke ne ew be ku çima hunermendên Kurd beşdarî van mîhrîcanan nebûne. Gelo hunermendekî Kurd ku li ser dikeke wiha derdikeve, dikare bi rastî xwe îfade bike? Gelo dikare bibêje ‘Bijî Kurd û Kurdistan’? Gelo dikare stranên berxwedanê bistirê? Li vê axê, tenê du sal berê, Kurd ne tenê ji ber stran gotinê û tenê ji ber govendgirtinê jî hatin girtin. Ev mijarên bi temamî ji hev cuda ne. Kurdekî ku derfeta xweîfadekirinê jê re nehatiye dayîn, nikare li mîhrîcaneke wiha derkeve ser dikê. Stranên hunermendên Kurd hatine qedexekirin. Heke armanca bingehîn perçekirin, asîmîlekirin an jî çewt-guherandina çandê be, divê Kurd nebin beşek ji vê yekê; her wiha, gotina straneke Kurdî jî dê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber vê yekê, pêwîst e mirov rewşê bi temamî fêm bike û armanca rastîn a mîhrîcanê bi awayekî zelal têbigihîje.”