3'yemîn parvekirina keda jinan a çandî ya Peyasê dest pê dike 2026-10-21 09:08:52   AMED - Şaredariya Peyasê bi mebesta ku keda jinan diyar bike, hilberînê teşwîq bike û hevgirtinê xurt bike, 3yemîn Parvekirina Keda Jinan a Çandî ya Peyasê li dar dixe. Çalakî dê li Parka 75an sê rojan bidome.   Ev çalakî bi pêşengiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê di 24, 25 û 26ê Cotmehê de li Parka 75an tê lidarxistin. Di vê çalakiya 3 rojan de berhemên ku bi keda destê jinên beşdarî kursên belaş ên şaredariyê bûne hatine amadekirin, dê werin pêşandan û ji bo firotinê bên pêşkêşkirin. Jin dê berhemên ku bi hevgirtinê çêkirine, pêşkêşî mêvanan bikin.   Stand û atolyeyên hevgirtinê   Di Parvekirina Keda Jinan a Çandî de dê standên firotinê yên cil û bergan, alavên tekstîlê yên destçêkirî, çente, ponço, berhemên xwezayî yên gundan, tirşî, rîçal, konserve, dermanên xwezayî, berhemên bîhnxweş û xwarinên malê werin danîn. Her wiha di dema çalakiyê de, dê atolyeyên pratîkî yên li ser boyaxkirina çenteyan, çêkirina ponçoyan û sêwirînê jî hebin.   Ji bo zarokan qadên lîstikê   Ji bo zarokan jî çalakiyên taybet ên lîstikê tên amadekirin. Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê di dema vê çalakiyê de ji bo zarokan qadeke lîstikê amade dike; ev qad ji pergala lîstikên nepixandî, xaniyekî lîstikê yê bi şiklê kivarkê û qadên cihêreng ên wekî basketbol, futbol, voleybol, tenîsa ser maseyê û trampolînan pêk tê.   Hevşaredaran herkes vexwend   Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, ji bo 3yemîn Parvekirina Keda Jinan a Çandî ya Peyasê bang li tevahiya gel kirin da ku li dora keda jinan, hilberîna kolektif û xurtkirina hevgirtinê bicivin û vê çanda xweş bi hev re parve bikin.