Rapora mafê zarokan:Di 6 mehan de 344 zarokî jiyana xwe ji dest da 2026-10-21 21:20:36   AMED - Li gorî rapora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê 6 mehên ewil a sala 2026’an de 344 zarokî jiyana xwe ji dest dane.   Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, der barê binpêkirinên mafên zarokan ên ku di 6 mehên ewil ên sala 2026’an de ketine rojeva raya giştî û medyayê de, raporek amade kir. Daneyên di raporê de nîşan didin ku zarok binpêkirina mafê jiyanê jî di nav de rastî mexdûriyetên giran hatine. Li gorî daneyên hatine belavkirin, di heyama 6 mehî de bi giştî 344 zarok mirine, 326 ji van ji ber sedemên ku pêşîlêgirtina wan pêkan bû û 18 jî di şert û mercên gumanbar de mirine.   Her wiha di raporê de hate diyar kirin ku 224 zarok rastî tundiya zayendî, cureyên din ên tundiyê an jî rastî birînên fîzîkî yên giran hatine. Bi binpêkirinên mafê jiyanê re jî bi giştî 568 zarok rastî binpêkirinên giran ên mafan hatin.   Li dijî ewlehiya dibistanan û çekbûna takekesî daxwaza tedbîrên tund   Di rapora ku hate tekez kirin ku ji bo parastina zarokan, pêkanîna reformên avahîsazî û yasayî pêwîstiyek de, daxwaza xurtkirina ewlehiyê ya li saziyên perwerdehiyê hate kirin. Hate pêşniyar kirin ji bo pêşîlêgirtina ketina çekan a nav dibistanan, kontrolên ewlehiyê bên tundkirin û amûrên kontrolê yên bi bariyetên X-ray bên bicihkirin. Her wiha hate ji bo sînordarkirina pirsgirêka çekbûna takekesî, daxwaza sepandina cezayên giran hate kirin.   Di raporê de hate xwestin ku sepana MESEM ya dibe sedema xebitandina zarokan a di karên dijwar û xeternak de bê rawestandin û şantiyeyên pîşesazî û înşaetê ji aliyê saziyên serbixwe ve bên lêkolîn kirin. Hate tekez kirin ji bo zarokên ku wekî karkerên çandiniyê yên demsalî dixebitin, pêdivî bi veguhastina ewle, pêvajoyên koçberiyê yên birêkûpêk û pêkanîna tesîsên lênêrîna zarokan ên mobîl heye.   Ji bo zext û rîskên derûnî yên ezmûnan pergala hişyariyê   Di raporê de hate pêşniyar kirin ji bo pirsgirêkên derûnî yên zarokan zû werin tespîtkirin xizmetên rêhberiyê ya dibistanan werin xurtkirin, zexta akademîk a têkildarî demên LGS û YKS’ê were kêmkirin. Her wiha hate pêşniyar kirin ku ji bo malbatên zarokên ku hinek caran naçin dibistanê an jî qeyraneke dijîn di nav 48 demjimêran de têkilî bê dayîn, pergaleke hişyariyê ya zû bê damezrandin.   Lêkolîna bi bandor a xetereyên hawîrdorê û mirinên bi guman   Di raporê de tê gotin ku ji bo ewlehiya zarokan, divê kanalên avdanê û hewzên avê bên ewlekirin û hate  destnîşankirin ku divê Rêveberiya Giştî ya Karên Avê (DSI), Rêveberiya Giştî ya Rêyên Bejahî û şaredarî vê berpirsiyariyê parve bikin. Her wiha di raporê hate daxwaz kirin ku der barê mirinên zarokan ên mîna îhtîmalên êrîşa zayendî, tundiya bipergalî an jî şantaja li ser înternetê bi awayekî hûrgilî bên lêkolînkirin.   Di 6 mehên ewil ên sala 2026’an de 568 binpêkirin   Di raporê de hate diyarkirin ku 568 binpêkirinên mafên zarokan ên di 6 mehên ewil ên sala 2026’an de hatine tomarkirin, nîşan didin ku pergala parastina zarokan a Tirkiyeyê ne pêşîlêgir e, tenê piştî bûyeran dikeve dewrê.   Rapor, tekez dike ku divê saziyên dewletê, daraz, pergalên perwerde û tenduristiyê, rêveberiyên herêmî û civaka sivîl, ji bo parastina mafên zarokan ên jiyan, tenduristî û ewlehiyê, siyaseteke yekgirtî ya parastina zarokan pêk bînin.