Ji TJA’yê meşa meşaleyî:Ji bo aştiyê divê tecrîd bê rakirin 2026-10-21 22:09:20   STENBOL- Bi pêşengiya TJA’yê li sê navçeyên  Stenbolê bi awayekî hevdem  li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  meş pêk hatin û hat xwestin ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin   Tevgera Jinen Azad (TJA) li navçeyên Gazîosmanpaşa, Sancaktepe û Kuçukçekmeceyê yên Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve daxuyanî dan. Girseya ku li taxa Karayolu ya Gazîosmanpaşayê kom bû xwestin meş li dar bixin, lê polîsan meşê asteng kir. Girse li dijî wê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Paşê girse meşalêyan pêxist û li wir daxuyanî da.   Aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. Pankart “Niha dema jinan e, hevditîna Rêbertiya Azad ve” hat vekirin.   ‘Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin’   Aktivîsta TJAyê Leyla Eser daxuyanî xwend. Leyla Eser diyar kir ku ew wek jin baş dizanin ku aştiyeke mayînde û birûmet tenê bi rawestandina şer û çekan pêk nayê û got: “Ji bo ku aştiya rastîn pêkan be, divê pirsgirêkên ku bûne sedema şer bi rêya demokratîk û siyasî bên çareserkirin. Lîder û avakarê vê çareseriyê Birêz Ocalan e û divê tecrîda li ser wî demildest bê bidawîkirin. Rêya wê yekê bê vekirin ku ew bikare bi parêzerên xwe re bi awayekî birêkûpêk hevdîtinan bike û endamên çapemeniyê, rêxistinên jinan, rewşenbîr û temsîlkarên saziyên demokratîk bikarin pê re hevdîtinan bikin. Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Rola Ocalan di pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk de bi awayekî aşkere û bi garantiyên qanûnî bê diyarkirin.”   ‘Xwedî li aştiyê derkevin’   Leyla Eser destnîşan kir ku wan meş daye destpêkirin û heta ku em bigihîjin armanca xwe, ew ê li qadan bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê daxwaza xwe ya  azadiya fizîkî Birez Ocalan li qad û meydanan, li kolanan û di her qadê jiyanê de bilind bikin. Em ê ji bo ku aştî di nav civakê de cih bigire, têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Em ji vir bang li hemû jinan, saziyên demokratîk, hemû beşên civakê û raya giştî dikin û dibejin xwedî li aştiyê derkevin! Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin! Ji bo çareseriya demokratîk û azadiya fizîkî ya Birez Ocalan, berpirsiyariya xwe bi cih bînin! Ji ber ku azadiya jinan û  azadiya civakê aştiya rastîn û jiyana demokratîk ji hev nayên veqetandin. Ji Birez Ocalan re azadî û bila rê li ber aştiyeke bi rûmet û mayînde vebe”   Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî  bû.