'Li Xezayê piştî agirbestê heta niha 351 zarok hatin kuştin' 2026-10-23 14:13:22   NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê ragihand ku li Xezayê tevî agirbestê jî 351 zarok mirine û banga parastina zarokan û hesabpirsîna ji berpirsyaran kir. Hate tekezkirin ku hilweşîna pergala tenduristiyê başbûna fîzîkî û derûnî ya zarokan zehmet dike.   Li Xezaya ku bandorên şer berdewam dikin, zarokên Filistînî bi xetereyên ku gef li jiyan û ewlehiya wan dixwe re rûbirû ne û encamên demdirêj ên birînên wan ên fîzîkî û derûnî hêj didome.   Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku hejmara zarokên ji ragihandina agirbestê û vir ve li Xezayê can dane, gihîştiye 351’an. UNICEF’ê bang li Îsraîlê kir ku ji bo parastina zarokan û pêşîgirtina mirina zêdetir sivîlan, tedbîrên bi bandor bigre.   Rêvebirê Herêmî yê UNICEF’ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, destnîşan kir ku ji bo parastina zarokan pêdivî bi gavên berbiçav ên tundiyê kêm bike hene û di rewşên ku zarok tên kuştin an jî birîndar dibin de hesabpirsîna zelal bê mîsogerkirin.   Di nava 6 rojan de 8 zarok mirin   Rêvebir, destnîşan kir ku di 6 rojên borî de li Xezayê 8 zarok mirin û 20 zarok jî birîndar bûne. Rêveber diyar kir ku divê Îsraîlê ji bo pêşîgirtina kiryarên tundiyê tedbîrên bibandor bigre, di navbera sivîl û şervanan de cudahî çêke û di bin yasaya mirovî ya navneteweyî de ji bo zarokan parastinek taybet mîsoger bike.   Rêvebirê Herêmî yê UNICEF’ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, da zanîn zarokên ku ji van êrîşan bi saxî difilitin, ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê ya Xezayê û nekarîna dabînkirina xizmetên bijîşkî yên bingehîn, di başbûna xwe ya fîzîkî û derûnî de rastî astengiyên girîng tên.   Rêvebir, tekez kir ku pêwîst e parastina bibandor a zarokan a li Xezayê bê misogerkirin, rêz li mafên wan ên di bin yasaya mirovî ya navneteweyî de bê girtin û gihîştina wan a xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û desteka derûnî bê mîsogerkirin.