Ji bo girtîgehan banga lezgîn 2026-10-23 14:36:43   RIHA - Şaxa OHD'ê ya Rihayê û TUHAY-DER'a Rihayê rapora binpêkirinên mafan a girtîgehan eşkere kirin û di raporê de hat diyarkirin ku li 4 girtîgehan rewşa 15 girtiyan giran e.    Şaxê OHD'ê ya Rihayê û TUHAY-DER'a Rihayê li ber Dadgeha Rihayê bi daxuyaniyekî rapora xwe ya li ser girtîgehan eşkere kirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ê civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyani ji aliyê Hevseroka TUHAY-DER'a Rihayê Ayla Ozdemîr Varli ve hat xwendin.   Ayla Ozdemîr Varli destnîşan kir ku tevî berdewamiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li girtîgehan binpêkirina mafan, astengkirina mafê dermanbûnê û biryarên dirêjkirina înfazan dewam dikin û bal kişand ser rewşa Girtîgeha Rihayê ya Jimar 2, Sêwereg Jimar 2, Tokat Tîpa T û Osmaniye Jimar 2'yan û got ku li gor tespîtan, ji 25 girtiyên nexweş rewşa 15 girtiyan di asta nexweşiya giran de ne.   Ayla Ozdemîr Varli rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê li Girtîgeha Rihayê tê ragirtin bi bîr xist û diyar kir ku Celal Yildirim di 2yê Cotmehê de krîza dil derbas kiriye, piştî anjiyoyê stent li damara wî hatiye xistin û paşê dîsa krîza dil derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Tevî vê rewşa ku xetereya jiyanê dihewîne jî, daxwaza wî ya paşxistina înfazê ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatiye redkirin. Her wiha rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kaya, Serhat Polatsoy, Omer Gul, Ahmet Tunelî, Omer Koyun, Cemal Ozguç, Hasan Demîrtaş, Mehmet Tîryakî, Omer Yaman, Suat Oguz, Şukru Abdo, Emîn Çetîntaş, Mehmet Îsa Aydogan û Şerîf Dogan jî giran e û hewcedariya wan bi şopandina tenduristiyê ya berdewam heye.”   Ayla Ozdemîr Varli di dewama daxuyaniyê de bal kişandin ser biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên derbarê înfazên girtiyan de û wiha got: Li Girtîgeha Rihayê înfaza Zeynel Karakaş 3 meh û ya Maksut Durmuş 6 meh hat paşxistin. Li Sêweregê înfaza Ahmet Tunelî bo cara 4an hat dirêjkirin, înfaza Orhan Taze hat paşxistin û ya Halîl Îbrahîm Arslan jî salekê hat dirêjkirin. Li Tokatê înfaza Cuneyt Aslan 3 meh û li Osmaniyeyê jî ya Emîn Çetîntaş bo cara duyemîn nêzîkî salekê hat dirêjkirin.”   Her wiha Ayla Ozdemîr Varli di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Dadê û saziyên peywendîdar kir ku ji bo parastina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş, tehliyekirina lezgîn a Celal Yildirim û hemû girtiyên giran û dawîanîna li sepana dirêjkirina înfazan gavên hiqûqî bêne avêtin.