Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin 2026-10-24 19:30:05   AMED - Xwendekarên ku di Konferansa Xwendekarên Komunalîst a li Amedê de hatin cem hev, damezrandina Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst (KOGEH) îlankirin û biryar dan ku di bin heman banê de xwe birêxistin bikin.   Li Amedê bi beşdariya xwendekarên ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma "Bi kampusên komunbûyî re dem xwerêxistinê ye" li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê Konferansa Xwendekarên Komunalîst hat lidarxistin.   Di konferansê de peyama ku ciwan dikarin bi rast xwendina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gaveke dîrokî bavêjin hat dayîn. Di konferansê de endamên meclîsa tevgerê hatin hilbijartin. Piştî van hilbijartinan damezrandina Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst (KOGEH) hat ragihandin. Di konferansê de logoya tevgerê ya bi rengên sor û reş bi sembola stêrkê hat nasandin.