'Divê jin di xeta têkoşîna hevpar de bên cem hev' 2026-10-25 09:04:22   STENBOL - Hevseroka MÎA-FER Perva Înal beriya konferansa ku pêk bê axivî û balkişand ser rol û têkoşîna hevpar a jinan ya di têkoşîna aştiyê de û got: "Divê jin di xeta têkoşîna hevpar de bên cem hev."    Jinên ku ji bo aştiyeke mayînde xwe amade dikin ku têkoşîna hevpar mezin bikin bi dirûşmeya "Em ligel hev in, em pêşerojê diaxivin" di 31’ê Cotmeh-1’ê Mijdarê de li Enqereyê konferansê pêk tînin. Di konferansê de wê mijarê wekê demokrasî, wekhevî, edalet û aştiyê bên nirxandin, rola jinan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bê nîqaşkirin.   Hevseroka Federasyona Lêkolînê ya Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Perva Înal der barê konferansa pêk bê de ji JINNEWS’ê re axivî.   Perva Înal balkişand ser zor û zehmetiyên avakirin aştiyê û rola jinan a di pêvajoyê de û got: “Em jin di konferansê de ji bo aştiyê dengê xwe çiqas bilind bikin evqas baş e. Ji ber avakirina aştiyê ne hêsane. Şer hêsane lê aştî zehmet e. Em jin divê çi bikin, em çawa dikarin biserkevin, em ê vê nîqaş bikin. îfadekirina aştiyê ya ji aliyê jinan ve bi nirxe. Ji ber yên herî zêde pirsirêkan dijîn jin in. Pirsgirêkên jinan tenê jinan eleqeder nake. Tevahiya civakê eleqeder dike.”   ‘Divê em rêya xwe xêz bikin’   Perva Înal daxuyakirin ku jin di qada jiyanê de gelek pirsgirêkan dijîn û got: “Modernîteya kapîtalîst jinan dike alav.  Pergala emperyalîst jinan tecrîd dike. Divê em jin rêya xwe xêz bikin. Divê kes wek zayend li me nenêre, divê me wek mirov bibînin.Tevî em di her qada jiyanê de ne jî em rastî newekheviyan tên. Em ê konferansê de bên cem hev û pêşniyar û daxwazên hev nîqaş bikin.”   ‘Divê em di xeta têkoşîna hevpar de bên gel hev’   Perva Înal destnîşan kir ku wê ji her alî jin di konfernasê de cih bigirin û wiha dirêjî dayê: “Em di dixwazin di xeta hevpar de bimeşin. Divê em ji her xebata xwe encamekê derbixin û esasên nîqaşên xwe bikin pratîkê. Girîngiya ku îdeolojiya me çiye; divê her kes fikr û nêrînên xwe di xeta hevpar de bînin gel hev û çareseriya pratîk bê afirandin. Li dijî pêvajoyê divê her kes xwe berpirs hîs bike û peywira xwe bînin ch. Em jin aştiyê dixwazin, têkoşîna aştiyeke adîlane diparêzin.”