26'ê Cotmeha 2024'an: 130 jinan ji bo piştgiriya Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê kirin 2026-10-26 09:01:10   Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku ji hêla Werîşe Muradî, çalakvana jin a Kurd a ku li Îranê girtî û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ve hatiye destpêkirin, 130 çalakvanên Kurd û rêxistinên jinan ên li çaraliyê cîhanê di 26'ê Cotmehê de grevên hevgirtinê li dar xistin û daxuyanî dan.   Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   2015: Meclîsa Jinan a Bajêr li navçeya Serava Wanê li dijî şer û zîhniyeta serdest banga têkoşînê kirin.    2015: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê ji bo bangewaziya KCK'ê ya ku îlankirina rawestandina çalakiyan, bang li dewletê kir û xwestin şer û pevçûn bên bidawîkirin.    2016: Di 26’ê Cotmeha 2016’an de li dijî tayînkirina qayiman Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ber şaredariyê çalakiyek li dar xist. Parlamenterên HDP'ê li hemberî polîsên ku di dema çalakiyê de êrîşî gel kirin bûn mertal. Di 26'ê Cotmeha 2016'an de hevşaderên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şêniyên Amedê û parlamenterên HDP'ê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Li dijî êrîşên polîsan parlamenterên HDP'ê ji gel re bûn mertal. Wêneyên parlamenter Besîme Konca û Feleknas Uca di bîra hemû kesan de ma.    2018: Weqfa Medyayê ya Jinê ya Navneteweyî (IWMF) Xelata Wêrektiyê ya Rojnamegeriyê ya 2018'an da wênesaz Zehra Dogan.    2019: Li 21 bajarê herêmê 353 rêxistinên civaka sîvîl li Amedê hatin gel hevdu û deklarasyona "Li dijî şer aştî" eşkere kir.     2020: Li Gundê Solaxê yê Şengalê gora komî ya tê texmînkirin zarok û jin tê de ne hat dîtin.