YBŞ-YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide 2026-10-26 10:50:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hûrgûliyên entegrasyona hêzên YBŞ û YJŞ’ê ya ji bo artêşa Iraqê, wê îro li Şengalê bi merasîmekê were ragihandin. Rayedarên hikûmeta Iraqê jî wê tevlî merasîmê bibin.   Hûrgûliyên entegrasyona hêzên YBŞ û YJŞ’ê ya ji bo artêşa Iraqê, wê îro li Şengalê bi merasîmekê were ragihandin. Ji bo daxuyaniyê li Çiyayê Şengalê amadekarî dewam dikin. Hate zanîn ku fermandarên YBŞ-YJŞ’ê û rayedarên artêşa Iraqê wê tevlî merasîmê bibin.   Hat ragihandin ku daxuyanî wê têkildarî hûrgûliyên entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ya ji bo artêşa Iraqê be.   Ji bo entegrasyon bi fermî were ragihandin hemû xebat xemam bûn, her du alî wê daxuyaniya hevpar di saetên pêş de bidin.   Hate diyarkirin ku ji xeynî fermandarên YBŞ-YJŞ’ê, wê 60 şervan, dayikên Êzidî û alimên ol ên Êzidî jî di merasîmê de amade bin.   Tê ragihandin ku ji aliyê Iraqê jî wê fermandarên leşkerî, Waliyê Mûsil, Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û gelek rayedarên Iraqî di merasîmê de amade bin.