Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê 2026-10-26 14:37:29   MÛŞ - Li navçeya Kop a Mûşê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd mewlûd hate dayîn.   Malbatên şehîdan û gelek welatî beşdarî bernameya ku bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hate lidarxistin, bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi duayan dewam kir.   Hevserokê Mûşê yê DEM Partiyê Îlyas Aslan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya şehîdan a ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.   Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz jî bi bîr xist ku li hemû navçeyên Mûşê bernameyên bîranînê hatine lidarxistin û got, “Eger îro em di rojên dîrokî re derbas dibin, ev keda wan e. Em deyndarê wan e.”   Sumeyye Boz di bernameyê de helbesta “Ey Şehîd” a Seydayê Tîrêj xwend. Bernameya mewlûdê bi îkrama xwarinê û duayan bi dawî bû.