TJA: Destkeftiyên jinan nikarin bibin mijarên bazarê 2026-11-01 12:03:27   AMED–TJA'yê di daxuyaniyekê de bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina destkeftiyên jinan a ji bo aştiyeke mayînde kir û biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşîna rêxistinkirî bi dirûşmeya "Niha Dema Jinan e" nîşan da.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana Kobanê nîşaneyeke berbiçav a rastiyeke civakî ye ku kokên wê di têkoşîna jinan û lêgerîneke gerdûnî ya azadiyê de ne û hat gotin ku hevgirtina jinên enternasyonalîst a ku sînoran derbas dike, berxwedan veguherand têkoşîneke hevpar a jinan a li seranserê cîhanê.   Bi pêşengiya jinan jiyaneke nû    Hat gotin ku îradeya li Kobanê nîşan dide ku di bin pêşengiya jinan de jiyaneke nû dikare were avakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa ku li Kobanê hatiye nîşandan veguheriye berxwedaneke gerdûnî ya felsefeya "Jin Jiyan Azadî".   'Destkeftiyên jinan nikarin bibin mijarên bazarê'   Daxuyaniyê tekez kir ku derbaskirina ji krîzên herêmî û bidestxistina aştiyeke mayînde tenê bi parastina destkeftiyan û vekirina rêyên diyalogê mimkun e û wiha hat gotin: " Rastiya ku destkeftiyên jinan nikarin bibin mijara bazarê, asteke bingehîn e ku divê hemî dînamîkên siyasî li ber çavan bigirin."   TJA'yê di daxuyaniyekê de tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina destkeftiyên jinan a ji bo aştiyeke mayînde kir û biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşîna rêxistinkirî bi dirûşmeya "Niha Dema Jinan e" nîşan da.