Bi çêkirina sabuna bittimê debara xwe dike 2026-11-04 09:05:15   SÊRT - Fîlîz Olca diyar kir ku çêkirina sabuna bittimê zehmete û got: “Carnan em çar kes di sîtilê de lihev dixînin. Karekî zehmete lê ji ber em hîn bûne ji bo me xweş e.”   Fîlîz Olca ya li gundê Şîdada ya Dihê ya Sêrtê dijî, li mala xwe bi rêbazên kevneşopî sabuna bittimê çêdike û pê debara we dike. Piştî komkirina kizwanê sabunê çêdikin û ast bi ast kedek mezin didin. Kizwanên ji çiyan kom dikin, tînin malê dikin sabûn. Jin bi vî karî hem debara xwe dikin hem jî rêbazên hilberîna kevneşopiyê didin jiyîn.   Fîlîz Olca ku astên çêkirina sabuna bittimê vegot, da zanîn ku rûnê kizwanan bi maşîneyan derdixin, piştre vî runî 2-3 saetan dipijinîn. Fîlîz Olcan destnîşan kir ku piştî vê kozê dixinê û ev jî ji bo ku rû nê wê bê paqijkirinê têkirin.     ‘Em 6 saetan dipijin’   Fîlîz Olca da zanîn ku karê çêkirina sabuna bittim bi zehmete lê bi hezkirin karê xwe dikin û wiha got: “Em diçin ewil kizwanan kom dikin. Em dişon ziwa dikin. Piştî vê em bi maşîneyê rûnê wan derdixin. Em wî rûnî di sîtîlan de 2 saetan dipijin. Piştre em kozê dixinê û nîv saet saetekê didin sekinandin. Piştre em dikin sîtîlek din û 6 saetan dipijin. Karekî zehmet e. Carnan em 4 kes bi hev re di sîtîlê de lihev dixînin. Ji bo kela wê neçe em her tim lihev dixînin. Ev sabun ji bo gelek nexweşiyan, ji bo bîrov, ji bo birînan, por başe.  Piştî pijandina 5-6 saetan şûnde em  xwê tevli dikin. bi bandora xwê re sabun derdikeve ser, av li binî dimîne. Piştî vê em sabunê dikin kaliban û 2-3 rojan didin sekiandin. Piştre em dibirin û amade dikin.”   Sabuna bittim çi ye?   Sabuna bittim ji rûnê ku ji fêkiyên daraza kizwanê tê amadekirinê ye. Sabuna bittim yek ji hilberîna kevneşopî ya herêmê ya girîng e. Çêkirina wê ji komkirina fêkî heta derxistina rûnê wê û pijandina wê kedek mezin dixwaze. Sabun ji bo gelek nexweşiyan tê bikaranîn. Her wiha sabun yek ji çavkaniya herî girîng a debarê ya herêmê ye.