Li Mêrdînê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê 2026-11-07 13:28:17   MÊRDÎN - TJA, li Mêrdînê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û wiha hat gotin: "Em bawer dikin ku ciwan hêza guherînê, jin hêza avakirinê û civak jî hêza azadiyê ye. Ji ber vê yekê, divê em li hember van polîtîkayên hilweşîner bêdeng nemînin."    Tevgera Jinên Azad (TJA), li Mêrdînê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hember Jinê da. Jinan li taxa Ataturk a Qosera Mêrdînê li hev civiyan. Li vir belavokên derbarê têkoşîna li hemberî hişbirê hatî amadekirin hat belavkirin. Sazî û dezgehên sivîl, nûnerên partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Medîne Aksû metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Em îro, wek Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Merdînê Qosere, destpêk û starta çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan didin.   Em vê rojê bi bîranîna xuşkên Mîrabel û hemû jinên ku ji aliyê pergala mêrparêz ve hatine qetilkirin û bi biryardarîya me ya li dijî her cure tundiyê pêşwazî dikin. Em dizanin ku li pişt gelek kuştinên jinan, tundiya mêrparêz, hişmendiya serdest û mekanîzmayên kujeran bêceza dihêlin hene. Tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke kesane ye, pirsgirêkeke sîstematîk û polîtîk e.     Di welatê me de, pergala serdest a kapîtalîst bi rêbazên xwe yên cuda ciwan û jinan dixe nav toreke derveyî exlakî û civakî. Bêhêvîtîyê hişbiriyê, tiryakê, û jiyana derveyî mirovahîyê bi amurên şerê taybet pêşve dixe. Ev yek ne tenê pirsgirêkeke kesane ye, pirsgirêkeke civakî û siyasî ye ku paşeroja civaka me dixe xetereyê.   Em bawer dikin ku ciwan hêza guherînê, jin hêza avakirinê û civak jî hêza azadiyê ye. Ji ber vê yekê, divê em li hember van polîtîkayên hilweşîner bêdeng nemînin.   Em ê bi hişyarkirin, perwerdehî, çand, huner, ziman û rêxistinkirina civakê li hember hişbiriyê, tiryakê û hemû amurên şerê taybet têkoşîna xwe mezin bikin.    Em ê ciwan ji tora hişbiriyê, jinan ji zextê û civaka xwe ji hilweşînê biparêzin.   Têkoşîna me ji bo civakeke azad, hişyar, tendurist û xwedî nirxên xwe dê bê navber bidome.   Bi têkoşîna me wê Jin bi rêxistin û azad bibin, ciwan wê xwedî hêz bin, wê civak azad dibe!   Bi hêza cewherî, bi vîna azad niha dema jinê ye   Jin jiyan azadî!"   Piştî daxuyaniyê carek din bi dirûşmeyan belavok li taxê hatin belavkirin.