Xizmên windayan: Bila rastî bê eşkerekirin û kujer bên darizandin 2026-11-07 14:09:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê li pênc bajaran weke her hefteyê daketin qadan, pirsa windayan kirin û xwestin winda werin dîtin, kujer bên girtin û cezakirin.   Yek ji birîna herî kûr ku nehatiye dermankirin nedîtina windayan e. Di salên 80yî û 90î de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes di binçavan de hatin windakirin û kuştin. Hê jî bi sedan winda hene ku hestiyên wan nehatine dîtin. Malbat ango Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her roja Şemiyê li qadan e û dixwazin winda werin dîtin û faîl bên girtin û cezakirin. Vê hefteyê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê li qadan li aqûbeta windayan pirs kir û xwestin faîl werin girtin û ji berpirsiyara hesab were xwestin.   Amed   Xizmên Windeyan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 926'yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.   Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13'yê Mijdara 1994'an de li Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn. Di destpêka çalakiyê de çîroka Alî Tekdag ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Bawer Çîldemîr ve hate xwendin.   Bawer Çîldemîr piştî xwendina çîroka windakirina Alî Tekdag, bal kişand ser bêcezatiyê ya li ser kesên hatine windakirin û got ku divê dewlet dev ji polîtîkayên bêcezatiyê berde.   Piştre xwişka Alî Tekdag, Îffet Tekdag jî anî ziman ku heya kujerên birayê wê werin darizandin ew ê li qadan bin.   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Êlih   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî di hefteya 762'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Yetîşen ê ku di 13'ê Mijdara 1994'an de li navenda Êlihê ji hêla cendermeyan ve hatiye revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD'ê, Xizmên Windayan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan. Vê hefteyê çîroka windakirina Ahmet Yetîşen ji hêla Rêveberê ÎHDê Alî Karadag ve hate xwendin.   Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Riha   Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û Xizmên Windayan di hefteya 87'an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist. Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parka Novadayê ya Navçeya Halîliyeyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan tev li çalakiyê bûn.   ÎHD'ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Sadik û Seyîtxan Ulumaskan ê ku di 4ê Kanûna 1997an de dema ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê diçûn Amedê hatibûn windakirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin, pirsîn.   Rêvebera ÎHDê ya Rihayê Demet Aykut çîroka windakirina Sadik û Seyîtxan Ulumaskan xwend.   Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.   Colemêrg   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 252'an de ji ber şiliyê li avahiya xwe ya li Kargeha Zagrosê ya Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hamza Tutan ê ku di 8ê Mijdara 1985an de li navenda Geverê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û windakirin hate pirsîn.   Daxuyanî ji aliyê rêvebera ÎHD'ê Evîn Tan Demîrkan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de banga darizandineke adilane hate kirin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Îzmîr   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo pirsîna aqûbeta windayan û kujer bên cezakirin, li ber Sûmerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Windahî wijdanê te ye, xwedî li wijdanê xwe derkeve” hate vekirin. Çalakiya ku ji du hefteyan carekê pêk tê vê hefteyê li aqûbeta Uzeyîr Kurt ê ku Mijdara 1993yan de hate windakirin, hate pirsîn.   Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Vetha Aydin di axaftina xwe de destnîşan kir ku aştiyeke civakî ya rastîn tenê gava ku mirov bi êş û binpêkirinên dema borî de hatine kirin re rû bi rû bimîne pêkan e.   Vetha Aydin bal kişand ser wê yekê ku di mercên ku rastî lê dernakeve, edalet nayê dabînkirin û bêcezahiştin dewam dike, parastina mafên mirovan, aştî û demokrasiyeke mayinde nayê avakirin û wiha got: “Bila dawî li înkar û bêcezahiştina ku 33 sal in di doza Uzeyîr Kurt de dewam dike de bê anîn. Uzeyîr Kurt ê bavê 7 zarokan, li gundê Axilî yê navçeya Bismil a Amedê dijiya. Di navbera 23 û 25ê Mijdara 1993an de hêzên ewlehiyê yên ji leşker û gundparêzan pêk dihatin operasyonek li Gundê Axilî li dar xistin. Di tevahiya operasyonê de her maleke gund hate lêgerîn. Hin mal jî hatin şewitandin. 13 gundî hatin binçavkirin. 12 gundiyên di dema operasyonê de hatibûn binçavkirin di 26ê Mijdarê de hatin berdan. Lê belê careke din tu agahî ji Ûzeyîr Kurt nehat girtin.”   Vetha Aydin diyar kir ku hemû hewldanên hiqûqî yên malbata Kurt bêbersiv man û got: “33 sal in di doza Uzeyîr Kurt de înkar û bêcezahiştin berdewam kir. Em careke din desthilatdarî û mercên edliyeyê vedixwînin ku li gorî peywirên hiqûqa navneteweyî tevbigerin.”