Li Misirê çalakiyên Jinolojiyê tên lidarxistin 2026-11-11 11:40:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Jineolojî çalakiyên roja duyemîn a atolyeya nivîsandina zagonî bi dawî kir. Di çalakiyê de rêyên bilindkirina hişmendiya destûrî û beşdariya siyasî ya jinan hatin nîqaşkirin.   Li Navenda Jineolojî ya ji bo Fikr û Lêkolînê di çarçoveya kampanyaya "Pênûsên Jinan" de, çalakiyên ji bo xurtkirina hişmendiya yasayî û mafnasî û bihêzkirina jinan dest pê kirin. Kesayetên di warê zagonî û hiqûqî de pispor in, beşdarî çalakiyê bûn.   Çalakiyên roja duyemîn ku duh bû jî, bi dawî bûn. Seroka Navenda Jineolojî ya ji bo Fikr û Lêkolînê Dr. Dîna Muhsin, Rêvebera Cîbicîkar a navendê Nûjîn Yûsif û hejmarek pisporên di nav de şêwirmend Hisam Elam, parêzer Silwa Ebsam, mafnasa Sûdanî û Dr. Kerîme El-Hifnawî hebûn, di çalakiyê de amade bûn.   Li gor nûçeya NÛJINHA'yê Seroka Navenda Jineolojî Dr. Dîna Muhsin bal kişand ser girîngiya bilindkirina hişmendiya jinê ya li ser mafên wê yên zagonî û destûrî. Dr. Dîna diyar kir ku zanîna mafan gavên ewil ên ber bi parastina wan û daxwazkirina wan ve nîşan dide. Dîna got: "Xurtkirina jinê ne tenê bi dayîna derfetan sînorkirî ye, her wiha ji bo ku bibin xwedî zanîn û amûrên ku bikarin mafên xwe biparêzin û rûbirûyê her binpêkirinê bibin, tên pêşkêşkirin."   'Destûr ji bo xurtkirina şiyana jinan pêdiviyeke bingehîn e'   Rêvebera Cîbicîkar a navendê Nûjîn Yûsif ragihand ku zanîna jinê ya destûr û yasayên ku mafên wê tekûz dike, ji bo xurtkirina şiyana wê ya ji bo beşdariya di civakê de û bidestxistina mafên xwe, wek pêdiviyeke bingehîn e. Nûjîn girîngiya belavkirina çanda yasayî û mafnasî ya di nav jinan de tekez kir da ku maf ne tenê bibin nivîsên hatine nivîsandin. Nûjîn Yûsif, destnîşan kir ku her wiha divê bibin rastiyeke berbiçav û pratîkên ku rûmeta jinê diparêzin û destkeftiyên wê diparêzin.   Dr. Kerîme El-Hifnawî jî girîngiya beşdariya jinan a di jiyana siyasî û biryarsaziyê de destnîşan kir. Dr. Kerîme bal kişand ser pêwîstiya nirxandina zagonên neteweyî û zagona rewşa kesane ya li gorî peymanên navneteweyî. Dr. Kerîme got ku ji bo mafên jin û malbatê bên parastin, ev yek pêwîst e.   Rola parêzeriyê di serweriya yasayê û parastina mafan de   Parêzer Selwa Ebsam jî, li ser rola parêzeriyê ya di serweriya yasayê û parastina mafan de sekinî. Parêzer Selwa destnîşan kir ku serxwebûna parêzer û pabendbûna bi rêzikên yasayî û exlaqî re, ji bo meşandina pîşeyê ya bi rengekî rewa, bingehên sereke ne.