ROJEVA 12'DÊ MIJDARA 2026'AN 2026-11-12 09:00:00     *Dayika Aştiyê Havva Kiran, diyar kir ku Wezîrê Dadê ku pê re hevdîtin kirine gotiye," ‘Hevdîtinên me yên bi Ocalan re didomin. Em li pişt soza xwe ne.’" DÎMEN HEYE    * Ji parêzerên Buroya Hiqûq a Asrinê Suzan Akîpa, da zanîn ku guhertina cihê Abdullah Ocalan guherîna statuya hiqûqî nafirîne û hîna li Îmraliyê wek girtiyekî tê girtin. Supan Akîpa anî ziman ku ew ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê der barê Tirkiyeyê de biryarên xurt dipên û her wiha rexneya ku hêj komîsyona şopandina meclîsê nehatiye avakirin jî kir. BI DÎMEN    * Evîndar Tîgrak di 7’ê Hezîrana 2025’an de winda bû. Dayika Evîndar Tîgrak Nefîse Tîgrak der barê windabûna keça xwe de wiha got: “Keça min got ‘Ji bo min bikuje ez birim serê çiyayekî, pozê min şikest û tundî li min kir.’ Ez bang li hemû jinan dikim ku di dozê de li cem me bin.” DÎMEN HEYE   * Di salvegera 12’yemîn a rizgarkirina Şengalê de Riham Hico, da zanîn ku di aliyê jinan de di nav 11 salan de guhertinên gelek mezin û girîng pêk hatiye û got: "Guhertinek esasî ew bû ku di nava 11 salan de ji dostên xwe re û ji dijminên xwe re jî da îspatkirin ku êzîdiyên beriya 2014’an û piştî 2014’an ne heman êzîdî ne." BI DÎMEN