Tecrîd didome: Divê ji bo mafê hêviyê zext li Tirkiyeyê bên kirin 2026-11-12 09:04:36   Melîke Aydin   STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûq a Asrinê Suzan Akîpa, da zanîn ku guhertina cihê Abdullah Ocalan guherîna statuya hiqûqî nafirîne û hîna li Îmraliyê wek girtiyekî tê girtin. Supan Akîpa anî ziman ku ew ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê der barê Tirkiyeyê de biryarên xurt dipên û her wiha rexneya ku hêj komîsyona şopandina meclîsê nehatiye avakirin jî kir.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê derbasî cihekî nû bû lê piştî vê di statuya hiqûqî de tu guherînek nehat kirin, hîna rojnameger, akademîsyen, siyasetmedar û aktîvîst nikarin hevdîtinê bikin.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Suzan Akîpa da zanîn ku guhertina cih nayê wateya guhertina statuyê û got Abdullah Ocalan ku muxatabe divê di bin navê kordînatoriya aştî û siyasîbûnê de, bi awayekî azad faliyetên xwe bimeşîne. Suzan Akîpa balkişand ser biryara Gurban û biryarên din yên DMME’yê û daxuyakirin ku hîna Komîsyona Şopandina Meclîsê ya ku qanûna çarçoveyî pêşkêş dike nehatiye avakirin.   ‘Tecrîd didome, di statuya hiqûqî de guherîn tuneye’   Suzan Akîpa diyar kir ku li Îmraliyê guhertina cihê Abdullah Ocalan statuya hiqûqî neguhertiye û got: “Cihê nû avahiyeke girêdayê girtîgehê ye. Abdullah Ocalan muxatabe û ji aliyê dewletê ve muxatab tê girtin. Divê ev rol bikeve bin ewlehiya hiqûqî. Statuya Abdullah Ocalan hîna rewşa berê ye. Wek girtiyekî tê girtin. Divê di bin kordînatoriya siyasî û aştiyê de bi awayekî fermî statuya wê bê dayîn.”   ‘13 sal e li dijî mafê hêviyê tê girtin’   Suzan Akîpa anî ziman ku Tirkiye di mijara pêkneanîna biryarên DMME’ê de xwedî sîcîleke cidiye û wiha dirêjî dayê: “Mafê hêviyê ji bo kesê cezayê heta heta hatiye birîn derfeta azadiyê pêşkêş dike. Tevî di ser biryara binpêkirina vî mafî de 13 sal der bas bûye hîna Tirkiyeyê tu gav navêtiye. Abdullah Ocalan 28 sale girtiye. Ji bo kesekî cezayê hetayê heta hatiye birîn herî zêde 25 sal şûnde derfetê azadiyê tê dîtin. Tevî Abdullah Ocalan 28 sale girtiye Tirkiyeyê di mijara mafê hêviyê de tu titşek nekiriye. Guherînên qanûnî yên der barê mafê hêviyê de ji bo serekftina pêvajoyê ferz e. Mafê hêviyê ferza hiqûqiye û nikare bibe mijara bazara siyasî.”   ‘Divê Komîteya Wezîran hîn bêtir bi biryar be’   Suzan Akîpa destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li hember Tirkiyeyê bibe xwedî helwestek hîn cidî û bi biryar û bendewariyên xwe yên ji civîna di 1-3’yê Kanûnê de pêk tê parve kir: “Divê bê testpîtkirin ku Tirkiyeyê di mijara mafê hêviyê de tu gav nehatiye. Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara mafê hêviyê de hîn bêtir bi biryar û wêrek be. Bendewariya me ji civîna 1-3’yê Kanûnê ev e ku tespît bike ku Abdullah Ocalan 28 sale girtiye û 13 sale bi awayekî dij mafê hêviyê tê girtin.”   ‘Divê Komîsyon pêvajoyê bibe zemîna sivîl’   Suzan Akîpa bi lêv kir ku Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê ya ku divê bi 7’emîn xala Qanûna Çarçoveyî bihata avakirin, hîna nehatiye avakirin û got: “Ev taloqkirin pêvajoyê dixitimîne. Ev sê meh e. Piştî di rojnameya fermî de hat weşandin divê bihata avakirin. Lê hîna nehatiye avakirin. Divê pêvajoyê bibe zemîna legal, siyasî û sivîl ku; aliyê Kurd, Tirk û dewleê bişopîne, pêşniyarên siyasî û hiqûqî bike. Komîsyon di alî civakîbûna pêvajoyê de girîng e. Divê komîsyon heman demê de wekheviya zayendî û piraniya siyasî esas bigire.”