TJA û Dayikên Aştiyê derbarê 25'ê Mijdarê de name ji bo girtiyên jin şandin 2026-11-12 15:08:13   ÊLIH - TJA û Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê qert û nameyên ku nivîsandibûn, ji bo girtiyên siyasî yên jin şandin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li pêşiya avahiya PTT'a navendê ya Êlihê daxuyanî dan û qert û nameyên ku nivîsandibûn, ji bo girtiyên siyasî yên jin ku hevserokên jin ên partiyên siyasî jî di nav de, şandin.   Beriya şandina nameyê li pêş avahiya PTT'ê daxuyanî hat dayîn.   ‘Azadiya wan azadiya me ye’   Sabîha Ekîncî ya ku têkildarî 25'ê Mijdarê li ser navê Dayikên Aştiyê axivî, ev tişt anî ziman: “Em ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de qert û nameyên ku nivîsandine, ji bo hevalên xwe yên ku di zindanan de ne, bişînin. Em dixwazin di serî de Serok Apo û temamî girtiyên ku di zindanan de dimînin bên berdan. Em dewletê şermezar dikim. Çima girtiyên nexweş ên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan? Niha pêvajoyek çareseriyê hatiye destpêkirin gelek gav ji aliyê me ve hatine avêtin, hê jî ji aliyê dewletê ve gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Divê ji bo van girtiyên nexweş jî gavek bên avêtin. Em ji bo 25'ê Mijdarê jî hemû hevalên me yên ku di zindanan de dimînin silav dikin û azadiya wan dixwazin. Azadiya wan azadiya me ye. Bijî jinên zindanan, jin jiyan azadî.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû û piştî wî jî name hatin şandin.