Li Serêkaniyê 363 malbat vegeriyan malên xwe 2026-11-12 21:18:49   NAVENDAN NÛÇEYAN - Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk gihiştin malê xwe.   Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê ber bi gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ve bi rê ket gihîştin warên xwe.   Koçberên ku di karwan de cih girt, ji gundên El Menacîr, El Soda, El Sifih û El Erîşa ên Serêkaniyê ne, her wiha yên ji gundewarên rojavayê bajarê Til Temir û gundewarên bajarê Zirganê jî hene.   Biryar hatibû dayîn ku di vê karwan de 370 malbatan hebin, lê hinek malbatan amadekariyên xwe temam nekiribûn.Heta niha 4 hezar û 500 malbatên koçberên Serêkaniyê vegeriyane warê xwe yê resen, hîn 10 hezar koçber li benda vegerê ne.