Platforma Şiyar Be ya Rihayê damezrandina xwe ragihand 2026-11-14 14:44:10   RIHA - Platforma  Şiyar Be Riha, bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand û banga têkoşîna berfireh li dijî madeyên hişbir û fuhûşê kir.   Platforma Şiyar Be Riha ku ev demeke li Rihayê bi armanca têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fuhûşê çalak e, bi daxuyaniyekê  damezrandina xwe bi awayekî fermî ragihand. Di daxuyaniya ku li navenda giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) hat lidarxistin de, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl ên herêmî û gelek partiyên siyasî amade bûn.   Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê  hevberdevka Platforma "Şiyar Be Riha" Zuhal Parlak ve hat xwendin.   ‘Madeyên hişbir polîtîkayeke şerê taybet in’   Zuhal Parlak diyar kir ku temenê bikaranîna madeyên hişbir li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj biçûktir dibe û got: “Ew rastiya ku zarok di temenekî ewqas biçûk de dikarin bigihîjin madeyên hişbir, polîtîkayeke şerê taybet e. Ev rewş pêwîst dike ku saziyên berpirsiyar ji parastina zarokan, her wiha polîtîkayên civakî, pergala perwerdehiyê û mekanîzmayên çavdêriyê bi awayekî cidî bên lêpirsînkirin û nirxandin. Divê madeyên hişbir ligel îstismar, fuhûş û hewldanên çeteyî yên ku pê re tên, wekî formeke polîtîkaya şerê taybet bên fêmkirin. Zarok çawa dikarin bigihîjin madeyên hişbir? Rêxistinên ku li pişt vê bazirganiyê ne, çawa dikarin çalak bin? Gelo ji bo têkoşîna li dijî torên sûc yên ku zarokan îstismar dikin, bi kar tînin û manîpule dikin, hewldaneke têrker heye? Ya girîngtir jî divê têkiliyên di navbera bazirganiya madeyên hişbir û îstismara zayendî ya zarokan de di nav de tevlîkirina bi zorê ya wan di fuhûşê de û kişandina wan bo nava torên sûc yên curbecur bi awayekî berfireh bên lêkolînkirin.”   ‘Divê sazi berpirsiyariya hevpar bigirin ser xwe’   Zuhal Parlak, bi gotina ku li Rihayê divê polîtîkayên bi bandor li dijî fuhûş û bikaranîna madeyên hişbir bên pêkanîn, wiha got: “Li Rihayê ku nifûseke ciwan a mezin lê heye, faktorên wekî xizanî, bêkarî, newekheviya derfetan di perwerdeyê de, karkeriya zarokan, kêmbûna derfetên civakî û dûrxistina ji civakê, xeteriya ku zarok pê re rû bi rû dimînin zêde dikin. Divê gihîştina perwerdeya bi kalîte, çalakiyên civakî û çandî, tesîsên werzişî û xizmetguzariyên piştgiriya psîkososyal bên xurtkirin; ev yek bi taybetî ji bo zarokên ku li taxên kêmderfet dijîn girîng e. Kêmbûna qadên giştî yên ku zarok dikarin demên xwe yên derveyî dibistanê bi awayekî ewle û watedar derbas bikin jî pirsgirêkeke girîng e. Her çend divê çalakiyên werzişê, hunerî, çandî û civakî li her taxê berdest bin jî gelek zarok ji ber xizanî û nebûna çavkaniyan nikarin ji van derfetan sûdê werbigirin. Ji bo parastina zarokan li Rihayê; şaredarî, saziyên perwerdeyê, rêxistinên tenduristiyê, yekîneyên xizmetên civakî û hemû saziyên din ên giştî yên têkildar divê berpirsiyariyeke hevpar bigirin ser xwe.”    Daxwazên Platformê   Zuhal Parlak, li ser navê Platforma ŞİYAR BE RİHA axivî û daxwazên xwe wiha rêz kirin:   “* Eşkerekirina rêxistin û torên darayî yên ku di pişt bazirganiya madeyên hişbir de ne, her wiha eşkerekirina wan pêkhateyên ku zarokan îstismar dikin;   * Sînorkirina gihîştina hin platformên medyaya dijîtal;   * Kontrolkirina birêkûpêk a avahiyên hatine terikandin, park, tunel rê û derdora goristanan;   * Zêdekirina xizmetên civakî, piştgiriya derûnî û tedbîrên parastinê ji bo zarokên li taxên bi xeteriya bilind li Rihayê;   * Berfirehkirina qadên giştî yên ku ciwan dikarin tê de bi werziş, huner, çand û jiyana civakî re mijûl bibin;   * Gihîştina xizmetên dermankirin û rehabîlîtasyonê ji bo kesên ku bi pirsgirêka hînbûnê re têdikoşin.”   Daxuyanî bi çepikan de bi dawî bû.