Hejmara 194'emîn a Kovara Jinê derket 2026-11-15 09:22:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê, di hejmara xwe ya 194'emîn de, ku bi mijara " Di Avakirina Civakeke Aştiyane û Demokratîk de Elewî" hat weşandin, cihê jinên Elewî yê di têkoşînên civakî, rizgariya jinan, aştî û bîra dîrokî de vedikole.   Kovara heftane ya Jinê bi hejmara xwe ya 194'emîn bi sernavê " Di Avakirina Civakeke Aştiyane û Demokratîk de Elewî" derket. Hejmara nû bi rêya gotarên cûrbecûr têgihîştina Elewiyan a li ser wekhevî û razîbûnê, rewşa civakî ya jinan, avakirina aştiyê û bîra dîrokî vedikole. Kovar, ku li ser têkiliya di navbera Elewîtiyê û civaka demokratîk de disekine, nîqaşên li ser rizgariya jinan û aştiya civakî ronî dike.   Gotarên di hejmara nû de   Di hejmara 194'an a kovarê de, gotara bi sernavê "Ji Wekheviya Baweriyê Ber bi Azadiya Jiyanê ve: Jinên Elewî û Civaka Demokratîk" a Ebru Ozelbeşdar heye, di heman demê de Derya Yildiz gotara xwe ya bi sernavê "Şiyarkirina Çirayê: Jin, Aştî, Bîr û Îkrar" pêşkêş dike.   Dilşa Deniz bi gotara xwe ya bi sernavê "Elewîtî, Jin û Dayika Pîroz: Bingehên Ontolojîk û Îlahiyatî yên Elewîtîya Kurd" cihê xwe di hejmara nû de girt. Gotara Hatice Çevik a bi navê "Aştiya Gerdûnî ya di Civaka Rizayê de" û gotara Yuksel Mutlu a bi navê "Seyid Riza" jî naveroka hejmara nû pêk tînin.