‘Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinan’ tê avakirin 2026-11-17 18:44:03   STENBO L-  Jin damezrandina Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinan ku bi armanca şopandina pêvajoyê û çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê sibê daxuyaniya çapemeniyê îlan bikin.   Jinan ku ji bo şopandina pêvajoyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinan avakirin, sibê saet di 12.00’an de wê li avahiya Komeleya Dema Jinê bi daxuyaniyekê îlan bikin.   Jinan ji ber di bin bana meclîsê de mekanîzmayeke şopandinê ya fermî nekirine jiyanê, komîsyona şopandinê ava kirin.  Di daxuyaniya ji aliyê komîsyonê hat dayîn de hat diyarkirin ku jin kirdeyên aştiyê ne û wêbi hêzên hevpar û tecrubeyên têkoşînê pêvajoyê bişopînin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em jin wek kirdeyên aştiyê, bi hêza hevpar û tecrubeya têkoşînê, ji bo aştiyeke mayînde û çareseriya demokratîk, ji bo şopandian pêvajoyê tên gel hev.”   Komîsyon wê sibê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bê îlankirin.