Li Dirbêsiyê bi boneya 25’ê Mijdarê meş 2026-11-19 13:39:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Dirbêsiyê di çalakiya xwe ya ji bo roja 25’ê Mijdarê bang kir ku tevahiya civakê li dijî tundiya li ser jinan tê bikoşe.   Li bajarê Dirbêsiyê Kongra Star ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meş organîze kir.   Meşê ji Çerxerêya Jinê dest pê kir û heyanî Çerxerêya Şaredariyê dewam kir. Di meşê de pankartên “Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan bibin yek, Jin, Jiyan, Azadî” berz kiribûn. Her wiha dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.   Piştî deqeyeke rêzgirtinê şaredarê bajêr Silêman Xelîl axivî û got: "Jinan pêşengî ji Şoreşa Rojava re kir û rolê wan xurt bû. Heyanî jin azad nebe civak azad nabe. Hişmendiya mêr ne tenê desthilatdariyê li ser jinan dike, her wiha koledar desthilatiyê li mêran jî dike. Divê her kes ji vê zîhniyetê rizgar bibe û jin û mêr wekhev bijîn.”