Li Cizîrê keda jinan û tundî hat niqaşkirin 2026-11-23 21:06:46   ŞIRNEX – Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de, li Cizîrê, bi organîzekirina Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Şirnexê, xebateke atolyeya têkildarî mijarên tundiya li dijî jinan û keda jinan hat lidarxistin.   Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) a Şirnexê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, xebateke jinan pêk anî. Di çalakiya  ku li Atolyeya Jinan a Xwebûnê ya li Cizîrê hat lidarxistin, gelek jin amade bûn. Li cihê çalakiyê pankarteke bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hat daliqandin û di dema bernameyê de jî heman dirûşm hatin berzkirin.   ‘Jiyana jinan di bin dorpêçê de ye’   Di çalakiyê de, Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Gulistan Mirzaoglu axivî.  Gulistan Mîrzaoglu diyar kir ku ew ne tenê ji bo bibîranîna rojekê hatine cem hev, lê ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan, azadiya wan, keda wan û rûmeta wan li wir in. Gulistan Mirzaoglu got: "25’ê Mijdarê rojeke girîng e ku jin tê de li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin, piştevaniyê xurt dikin û bi hev re daxwaza jiyaneke wekhev dikin. Mixabin, jin îro jî di malên xwe de, li kolanan û li cihên kar rastî cureyên cuda yên tundiyê tên. Ew rûbirûyê tundiya fîzîkî, zextên derûnî, tundiya aborî û bêqîmetkirina keda xwe tên. Heke jinek di mala xwe de ne ewle be, nikaribe bi awayekî azad li kolanê bigere, an jî ji bo keda xwe heqê adil wernegire û li cihê kar rastî cudakariyê were, êdî mirov nikare behsa wekheviyê bike. Jiyana jinan ne tenê ji aliyê tundiyê ve, lê her wiha ji aliyê xizanî, şert û mercên kar ên neewle, zextên li cihê kar, tacîz û newekheviyê ve jî hatiye dorpêçkirin."   Cûreyên tundiya li dijî jinan hatin nîqaşkirin   Endama Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD)Guneş Ozlem Demir, di atolyeyê de derbarê cûreyên cuda yên tundiya li dijî jinan û Peymana ji bo Rakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) de agahî dan.Gulsum Ozlem Demir diyar kir ku tundiya li dijî jinan li ser bingeha zayendê ye û got: “Ev cureyekî tundiyê ye ku bi temamî li ser zayendê hatiye avakirin. Gava em karibin tundiya ku bi taybetî li dijî jinan tê kirin ji hev cuda bikin, divê em  jin bi awayekî guncaw bersiv bidin. Heke kiryareke tundiyê tenê jinan bike hedef, ev tê wateya tundiya li dijî jinan.”   Di atölyeye de li ser mirina bi gûman a jinan jî nirxandin hat kirin.